Çalakiya li Sêmalkayê bi biryardarî didome

Çalakiya li Sêmalkayê di roja 66'an de dewam dike. Endamên meclisa Dêrikê çalakî dewr girt.

Çalakiya li Sêmalkayê bi biryardarî didome
9 kanûn, 2021   11:00
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê di 5'ê Cotmehê de ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan dest pê kir ku hêzên PDK'ê şehîd kiribûn. Çalakî 66 roj e dewam dike.

Îro endamên meclisa Dêrikê çalakî ji koma Girkê Legê dewr girt. Beriya dewrkirinê bi navê endamên meclisa Girkê Legê Evîn Îbrahîm axivî û serkeftin ji çalakvanên Dêrikê re xwest û diyar kir ku çalakî dê bi biryardarî heta wergirtina cenazeyên şehîdan dewam bike. Piştî axaftinê koma Dêrikê çalaki dewr girt.

Li hemberî çalakiyê ku bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan li dar dikeve, rayedarên PDK'ê bê deng in.

ANHA