Dewleta faşîst dîsa êrişî Şengalê kir

Dewleta faşîst dîsa êrişî Şengalê kir
9 kanûn, 2021   10:15

RAUF KARAKOÇAN

Rejîma Tirk a faşîst li Şengalê rijandina xwînê didomîne. Rêbaza êrişê yên vê rejîmê jî ku temsîla DAIŞ'ê ya dewletê ye, nemerdî ye. Bi teknîkên pêşketî hedefgirtina nûnerên civakekê, xebîsî ye.

Hêza ku hemû fermanên di dîroka civaka êzidî de pêk anîn, hêzên serwer ên Tirk bûn. Herî dawî Fermana 74’an jî DAIŞ’ê pêk anî. Dewleta Tirk komkujiyan û bi rêbazên DAIŞ'ê êrişên xwe didomîne. Niha jî bi SÎHA'yan (balafirên bêmirov ên biçek) nûnerên civaka êzidî qetil dikin.

Di êrişa hewayî ya li ser Xanesorê ya 7'ê Kanûnê de li karwanê şehîdan hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel zêde bû. Bedel ji pêşengên leheng ên civaka êzidî bû. Ewilî ji fermandarên YBŞ’ê Sedî Hesen Seîd û dûre jî Merwan Bedel kirin hedef û ev yek mijareke girnîg e ku divê baş bê nirxandin.

4 ÇETEYÊN LI ŞENGALÊ

Hedefgirtin û şehîdkirina nûnerên êzidiyan, encama lihevkirinekê ye. Nabe ku ji DYA, Iraq û PDK'ê cuda bê dîtin, bi taybetî jî NY (ku yek ji hêzên pêşeng e ku dixwaze peymana xiyanetê demildest pêk were). Hebûna Îranê ya li herêmê bi rêya hêza Heşdî Şabî, dibe hincet ku dewleta Tirk êrişî Şengalê bike. Ev hêz çarîna çeteyan a li Şengalê ne û hevkarên vê komkujiyê ne.

Êzidî dibin qurbaniyên bawerî û erdnîgariya xwe. Nakokiyên hêzên ku li ser Şengalê şer dikin, li wir vediguherin pevçûnan û êzidî dibin qurbaniyên wê. Tişta ku wek pirsgirêka Şengalê nîşan didin, nakokiyên berjewendiyan ên wan hêzan in.

YEKANE ARMANCA DEWLETA TIRK; PDK'Ê LI ŞENGALÊ BI CIH BIKE

Êrişên li ser Şengalê yên dewleta Tirk tu carî nikare bêyî PDK'ê bên kirin. PDK ku berpirsa fermana dawîn a li dijî êzidiyan e, ji bo Şengalê ji nû ve bixe bin kontrola xwe bi dewleta Tirk re ketiye nava tifaqên qirêjî û zemînê ji êrişan re amade dike û îstîxbaratê dide. Tenê armanceke êrişên dewleta Tirk heye; ji nû ve PDK'ê li Şengalê bi cih bike û bidestxistina cihekî stratejîk ê li naverasta Iraqê.

Dewleta Tirk a faşîst û şirîkatiya PDK'ê li ser esasê tesfiyekirina PKK'ê ye. PKK'ê dikin hincet û qirkirina êzidiyan bi êrişên li ser Şengalê dilezînin. Hêzên cîhanê bê deng in. Hêzên ku naxwazin fermana li ser êzidiyan wek komkujî bê îlankirin, bi bêdengiya xwe, bi rola xwe ya di van êrişan de rabûne.

Ev çi nakokîyek e ku li hemberî vê komkujiyê bê deng e. Karesata herî xirab ku bê serê civakekê, hatiye serê êzidiyan. Li pêşberî civakeke rûmet, heysiyet û şerefa wê hatiye tepisandin û jinên wê li bazarên koleyan hatine firotin, tu gotinek nîn e ku were gotin lê dîsa jî dibin hedefa êrişan.

Êdî destê xwe ji êzidiyan şûştine. Hewl didin vî çiyayê stratejîk ji êzidiyan vala bikin, heke ev jî nebû, êzidiyan ji xwe re bi kar bînin. Dixwazin bi êrişan qir bikin, vîna wan bişikînin û teslîm bigirin. Bi desteka çend xayinên hevkar ên hundirîn jî xwe bigihînin encamekê.

DIVÊ LI DIJÎ XIYANETÊ TEDBÎRÊN RADÎKALTIR HEBIN

Divê pêşî lê were girtin ku êdî êzidiyan berdêlê nedin. Aşkera ye ku têkoşîn çi qasî tund û dijwar e. Ev dihêle ku li hemberî xeta noker a xayîn tedbîrên radîkaltir werin girtin. Divê were zanîn ku rola PDK’ê di vê êrişê de sereke ye. Iraqê li dijî mafên xwe yên serweriyê helwesteke radîkal nîşan neda û bergirî negirtine ku ev yek jî nişan dide lihevkirinek heye. Yên ku li hemberî kuştina nûnerên êzidiyan bê deng man, nîşan didin ku li cem wan tu nirxên mirovî nîn in.

Dijminatiya PDK'ê û dewleta Tirk ya li dijî êzidiyan, dijminatiyeke îdeolojîk e û ji demen berê ve heye û gelek caran dibe sedema komkujiyan. Îro ji ber berjewendiyan ji NY û DYA'yê jî destek standine. Ev dijminatiya li dijî êzidiyan di heman demê de dijminatiyeke li dijî koka Kurdan e. Ji ber vê yekê divê li hember van êrişan sekneke xurt hebe. Girîngiya xweparastinê careke din derketiye holê.

Ev êriş dê ne êrişa dawîn be. Ji pêşengên leheng ên civaka êzidî Merwan Bedel, dê ne şehîdê dawîn be. Divê li ser vî esasî xuya be bê ka li dijî dijmin divê çawa tev bigerin û pêdivî bi kîjan rêbazan heye. Ne hêsan e ku şûna pêşengekî wekî Merwan Bedel were dagirtin.

Bi bîr û baweriya ku dewleta Tirk a faşîst dê di vê xwînê de bixeniqe, divê cesaret, bawerî û biryardarî bêhtir mezin bibe û têkoşîn geştir bibe. Hêvîdar im ku şehadeta rêberê gel Merwan Bedel ji bo yekitî û têkoşîna êzidiyan bibe ronahiyek û ji bo malbata wan a xemgîn û gelê êzidî re sersaxiyê dixwazim.

ANHA