​​​​​​​Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 275 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) di roja 276`emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî li navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê.

​​​​​​​Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 275 roj li pey xwe hişt
9 kanûn, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û sê endamên malbatê kuştibûn.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo ku di dozê de edalet pêk were ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê dane destpêkirin.

Nobeta malbatê di roja 276’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê.

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku komkujî li ber nexweşxaneyê li pêş çavê dayika wî pêk hatiye û got: “Qetliyamek bi organîzekirî heye. Ji ber ku parlamenter di nava qetliyamê de ye, kes dozê venake. Nêzî salekê ye em li ber edliyê ne. Dozger ji me direvin. Dozger bûyerê dizanin.”