Îtîlafa Nîştimanî ya Iraqê li dijî encamên hilbijartinan doz vekir

Îtîlafa Nîştimanî bi serêkşiya Iyad Elewî ragihand ku wan li dijî encamên hilbijartinan doz li dadgeha federal vekiriye.

Îtîlafa Nîştimanî ya Iraqê li dijî encamên hilbijartinan doz vekir
9 kanûn, 2021   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îtîlafî di daxuyaniya xwe de got: “Me ji hikumeta Federal re 14 binpêkirinên fenî û îdarî yên dema lidarxistina hilbijartinên dawîn de çêbûne,  her wiha binpêkirinên bendên destûrê ji aliyê komseriya hilbijartinan ve, bi delîl pêşkêş kirin ku di encamê de encamên hilbijartinan hatin guhertin.”

Îtîlafê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Li gorî qanûnê divê encamên hilbijartinan bi giştî werin betalkirin.”

(şx)