‛Çareserkirina aloziyê bi diyaloga Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê pêkan e’

Siyasetmedar û rûspiyên Hesekê diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyaloga sûriyan pêkan e. Her wiha israra MSD`ê ya destpêkirina diyalogê erênî nirxandin û destnîşan kirin ku divê şêniyên herêmê pişta xwe nedin hêzên derve.

‛Çareserkirina aloziyê bi diyaloga Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê pêkan e’
9 kanûn, 2021   07:24
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Aloziya Sûriyê di 2011`an de dest pê kir û hîna şer di navbera aliyên cuda de li ser desthildatê berdewam e çi di navbera aliyên hundir an jî wekîlên hêzên herêmî û navneteweyî de yan jî hêzên ku yekser mudaxeleya Sûriyê kirine. Tê de derdora nîv milyon sûrî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber wî şerî sûrî hîna sûrî berdêlê didin, tevî ku hemû li ser pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 2254 misoger dikin da ku agirbest pêk were.

Siyasetmedar û rewşenbîrên li Hesekê diyar kir ku dirêjkirina temenê aloziyê, ji berjewendiyên hêzên dagirker in ku dixwazin xêrûberakata Sûriyê talan bikin û axa wê kontrol bikin. Siyasetmedar û rewşenbîran got divê şêniyên herêmê pişta xwe nedin hêz û dewletên mudaxeleyî Sûriyê kirine.

Rûspiyê êla El-Mulhim Feysel El-Herîs got: “Mixabin biryara navneteweyî 2254 hatiye paşguhkirin ruxmî ku hemû dibêjin ku divê ev biryar pêk were. Sûrî ji ber tunebûna istiqrara siyasî û leşkerî û însiyatîfên pêkanîna vê biryarê azaran dikişînin.”

Li aliyekî din cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşxistina Demokratîk a Nîştimanî Abdullah El-Riwêşid destnîşan kir ku diyalog,  rêya yekane ya bidawîkirina sûcên li dijî sûriyan têne kirin û Sûriyekeke nû ya durist were avakirin.

El-Riwêşid mudaxeleyên derve di karûbarên Sûriyê de red kirin û got divê sûrî xwe nespêrin aliyên derve ji bo ku ev alozî bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Ez bawer nakim ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çareseriyekê pêşkêş bikin. Diyaloga di navbera sûriyan de dê aloziyê bi dawî bike.”

‛ÇARESERIYA YEKANE DIYALOGA DI NAVBERA HIKUMETA ŞAMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER DE YE’

Abdullah El-Riwêşid daxuyand ku divê hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser dûrî mudaxeleyên hêzên derve dest bi diyalogê bikin.

Her wiha girêdayî heman mijarê rûspiyê êla El-Mulhim Feysel El-Herîs da zanîn ku tu sûd ji xweparastina li hêzên destwerdan li Sûriyê kirine û piştgiriya wan tune ye û got: “Em pişta xwe nadin tu dewletekê. Em pişta xwe didin xwe. Bi diyalogê em ê Sûriyê rizgar bikin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bang li diyaloga Sûriyê dike da ku alozî bi dawî bibe. MSD`ê ragihand ku ew amade ye bi hemû aliyên Sûriyê û dewletên di aloziya Sûriyê de çalak in re dest bi diyalogê bike. MSD`ê piştrast dike ku ji bo bidawîkirina aloziyê projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncew e.

Li gel dubarekirina bangewaziyên pêkanîna biryara navneteweyî 2254, MSD û Rêveberiya Xweser careke din ragihand ku ew amade ne bi hikumeta Şamê re dest bi diyalogê bikin.

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşxistina Demokratîk a Nîştimanî Abdullah El-Riwêşid tevgerên dîplomatîk ên dawî û ragihandina MSD û Rêveberiya Xweser ku amade ne diyalogê bi hikumeta Şamê re bikin, bi çareseriya kêrhatî wesifand.

Rûspiyê êla El-Mulhim Feysel El-Herîs xebatên MSD û Rêveberiya Xweser ên di vî warî de bi erênî nirxandin û piştrast kir ku diyaloga bi serkêşiya sûriyan, ji bo xilaskirina welêt çareseriya herî guncew e.

(şx)

ANHA