Ebîr Xelîl: Divê cîhan sûcên qirkirinê yên li dijî kurdan rawestîne

Endama PYD`ê şaxê Reqayê Ebîr Xelîl diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, îsbat dike ku dewleta Tirk ji aliyên siyasî û leşkerî ve bi bin ketiye. Ebîr bang li civata navneteweyî kir ku sînorekê ji barbariya dewleta Tirk re deyne.

Ebîr Xelîl: Divê cîhan sûcên qirkirinê yên li dijî kurdan rawestîne
9 kanûn, 2021   07:49
REQA-EHMED EL-ESAF

Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê Ebîr Xelîl got: “Dewleta Tirk bi bikaranîna balafirên şer û dronan li dijî gerîlayan, fikir û felsefeya rêber Abdullah Oalan hedef digire. Ji ber ku gerîla li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Dewleta Tirk ji bo têkbirina vî fikrî û binxistina projeya neteweya demokratîk êrişî gerîla dike.”

Ebîr Xelîl piştrast kir ku bikaranîna dewleta Tirk j çekên kîmyewî re nîşaneya berçav a têkçûna wê ya li ser asta leşkerî ye. Dewletên mêtînger dema tişt di destê wan de namîne, çekên kîmyewî bi kar tînin.

Ebîr Xelîl sîxurtiya PDK’ê şermezar kir, ji ber ku di şerê artêşa Tirk a dagirker ê li dijî gerîla de tevkar e, agahiyan dide wê û kemînan li pêşiya gerîla datîne.

Ebîr Xelîl ev tişt got: "Dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de, destpêkê xwazeyê wêran dike. Girîngiyê nade encamên êrişên xwe. Tenê tunekirina fikrê rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla ya li ser şopa wî dimeşin, daye pêşiya xwe."

Ebîr Xelîl helwesta civata navneteweyî bi taybet a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şermezar kir ku hîna li pêşiya hewldanên Erdogan ji bo qirkirina gelê kurd bê deng e. Ebîr Xelîl da zanîn ku ev bêdengî nîşan dide ku di qirkirina kurdan de şirîk e û ji bo dewleteke mezin ev yek ne baş e.

Ebîr Xelîl bang li civata navneteweyî û OPCW kir ku gavên cidî biavêjin, da ku gelên herêmê di sêrî de gelê kurd ji qirkirinê xilas bike û xwezayê ji barbariya Erdogan û partiya wî rizgar bikin.

(şx)

ANHA