Hilbijartinên Lubnanê yên 2022’yan di navbera ‘taloqkirin’ û ‘guhertinê’ de

Li gel nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Lubnanê de, hin welatî hêvî dikin ku desthilata heyî bi rêya hilbijartinan biguherînin. Hin welatiyên din jî ji taloqkirin an betalkirina hilbijartinên parlamentoyê ditirsin ku tê payîn 27`ê Adara bê li dar bikevin.

Hilbijartinên Lubnanê yên 2022’yan di navbera ‘taloqkirin’ û ‘guhertinê’ de
9 kanûn, 2021   07:03
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Ruxmî ku krîzên li ser hemû aliyan li vî welatî biçûk nasekinin, di serî de krîza aborî, lê belê heta kêliya nivîsandina van gotinan jî hîna dema lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê wek berê ye ku tê payîn 27`ê Adara bê werin lidarxistin.

Lê belê beşeke mezin ji lubnaniyan û şîrovekarên siyasî pêşbîn dikin ku hilbijartin neyên lidarxistin û dibêjin ku dê desthilat hilbijartinan betal bike. Pirsa li vir ew e; dê çawa betal bikin? Gelo bi rêya derxistina bûyerên ewlekariyê? Yan bi rêya hedefgirtina kesayetên siyasî? Yan jî bi sedemên din?

SENARYOYÊN HILBJIARTINAN

Patrîkê Maronî Bişare Bitrus Raî rewşa bêhêviyê ya têkildarî lidarxistina hilbjiartinan, xurt kir ku zêdetirî carekê têkildarî taloqkirina hilbijartinan ji ber “sedemên nerasyonel” hişyarî dabû û piştrast kiribû ku ew berdewamkirina astengkirina rûniştinên meclisa wezîran red dike.

Raî piştrast kir ku hilbijartinên parlamentoyê ne tenê tiştekî destûrî ye, lê belê stasyoneke ji bo nûkirina jiyana nîştimanî bi rêya demokrasiyê û îradeya gel e û wiha lê zêde kiribû: “Ji lew re, dem hatiye ku jiyana parlamentoyê were birêxistinkirin da ku hêzên siyasî di bin banê destûrê de ji bo guhertina ber bi başiyê ve, bikevin pêşbirkê.”

“Guhertin” ev peyv li pişt taloqkirin an betalkirina hilbijartinan e. Çîna siyasî ya li ser desthilata Lubnanê ji vê guhertinên di hilbijartinên bê de ditirsin, nexasim ku welatiyên li derveyî Lubnanê beriya yên hundir xwe ji hilbjiartinan re amade dikin. Hejmara beşdaên hilbijartinan gihaşt 230 hezarî, piraniya wan destnîşan kirin ku ji çîna siyasî ya desthilat li Lubnanê ne razî ne.

Wezareta Karên Derve û lubnaniyên li derve ragihand ku beşdarbûneke zêde ji tomarkirinê re heye û destnîşan kir ku hejmara giştî ya dengdêran gihaştiye 230 hezarî ku di hilbijartinên 2018`an de 92 hezar û 810 hilbijêr bûn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev hejmar, niyeta wan a beşdarbûna hilbijartinan nîşan dide. Li gorî wezaretê, hejmara mezin a hilbijêran ku li Ewropayê dimînin, nêzî 75 hezar e, piştre yên li Asyayê (61 hezar), Amerîkaya Bakur (nêzî 60 hezar) li Amerîkaya Latîn jî tenê 6 hezar û 350 kesî navên xwe tomar kirine.

FIKARÊN ÇÎNA SIYASÎ

Daneyên ku Wezareta Karên Hundir têkildarî hilbijêrên li derveyî welêt dane, fikarên çîna siyasî zêdetir kirin ku dibe li ser wê yekê hewlên betalkirin yan jî herî kêm taloqkirina hilbijartinan bide. Ew yek ji îtiraz, derengxistina desteya hilbijêr û temamkirina hemû xebatên girêdayî hilbijartinan, xuya dibe.

Li aliyekî din, zextên mezin ên hundirîn ji aliyê civaka sivî û kesayetên serbixwe ve hene. Di asta navneteweyî de jî zext hene, ya sereke jî Fransa ye ku bi îsrar e hilbijartin di wextê de werin lidarxistin. Gelo dê çîna siyasî ya desthilatdar cesaret bike ku hilbijartinan betal yan taloq bike?

Tê zanîn ku siyasetmedarên Lubnanê berjewendiyên siyasî yên taybet di ser berjewendiya giştî re digirin. Bi wê re, dibe ku welat ber bi dirêjkirina wîlayeta parlamentoyê û serokê komarê bi hev re, biçe. Lê belê, eger hilbijartin pêk neyên û dirêjkirin çênebe, 3 tercîh dimînin. Ya yekemîn, avakirina kongrayeke damezirêner ji bo guhertina sazûmaniya rejîmê, yan jî hikumeteke demkî ku welêt dûrî çîna siyasî ya li ser parlamentoyê û saziyan serwer e, bi rêve bibe ku ev hikumet karibe aloziyê kontrol bike û guhertineke bingehî di sazûmanî û erkên rejîmê de çêbike. Bijareya sêyemîn û ya herî xirab jî ew e ku rewşeke tevlîhev, li gel birçîbûn û têkçûna dewletê derkeve holê.

ROLA CIVAKA SIVÎL

Civaka sivîl di hilbijartinên berê (2018) de nikarîbû bikeve meclisa parlamenteran, tenê parlamentereke wan hebû (Pola Yaqûbiyan) ku wê jî piştî teqîna bendera Beyrûtê di 4`ê Tebaxa 2020`an de îstifa kir.

Ev hibijartin derfeta pêkanîna guhertinê dide civaka sivîl. Piştî Şoreşa 17`ê Cotmeha 2019`an ev hilbijartinên yekemîn e, bi wê re dê kesayetên nû yên civaka sivîl ku êdî bi “opozîsyona siyasî” tê nasîn, beşdarî hilbijartinan bibin.

Civaka sivîl bi beşdarbûna hevbendiyeke berfireh ji seranserê Lubnanê ji bo beşdarbûna hilbijartinan bi awayekî asayî civînan li dar dixe. Di lîsteyên wê de 128 hilbijêr –hejmara endamên parlamentoyê- her wiha tê de projeya guhertinê, hene.

Projeya civaka sivîl ne li ser esasê ji nûve avakirina Lubnana kevin (anku sererastkirina saziyan), lê belê li ser esasê avakirina welatekî nû yê xwedî serwerî, çeka wî di destê hêzên leşkerî de, birayra wê di destê hikumetê de, her wiha li ser esasê hesabxwestinê, edaleta civakî û avakirina saziyên dewleta şaristanî ye.

LÊÇÛNA HILBIJARTINAN

Wezareta Karên Hundirîn a Lubnanê dibêje “lêçûna hibijartinên parlamentoyê nêzî 10 milyon dolar e”. Her wiha piştrast kir ku armanca wan lidarxistina hilbijartinan di wexta wê de ye.

Ji bo fînansekirina hilbijartinan, wezîrê karên hundirîn bi rêxistinên NY`yê û YE`yê re peywendî û hevdîtinan pêk tîne û bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî dike ku çavdêriya hilbijartinan bikin.

Bê guman, partiyên siyasî dê krîza aborî ya welatiyên Lubnanê ji ber azaran dikişînin, bi kar bînin da ku dengên zêdetir bi dest bixin. Bo nimûne, peydarkirina derziyên Korona, alîkariyên xwarinê, derman, mazot û benzîn… lê belê bêyî bernameyên

Çîna siyasî ya heyî li pêş astengiyeke mezin e, ew jî amadekariyên hibijartinan di demeke nêz de. Ruxmî ku metirsî ji îtiraza li dijî dema diyar a hilbijartinan hene.

Dihat payîn ku hilbijartinên parlamentoyê yên dawiyê di 2013`an de hatibana lidarxistin, lê belê wîlayeta parlamentoyê heta 2018`an hate dirêjkirin.

Di dawiya Cotmeha borî de, parlamentoya Lubnanê 27`ê Adara 2022`an wekî dema hilbijartinan diyar kir, ku beriya wê li ser 8`ê Gulana 2022`an hatibû lihevkirin.

Wezareta Karên Derve ragihand ku ku dê Wezareta Hundirîn lîsteyên destpêkê yên hilbijartinan, piştî bidawîkirina lîsteyên kesên beşdar, derxîne.

(cx)

ANHA