Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî, bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li bajarokê Babins ê kantona Şehbayê meşek li dar xist.

Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran efrînî banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
8 kanûn, 2021   17:04
ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye" bi hezaran koçberên Efrînê û gelê kantona Şehbayê tecrîda di girtîgeha Îmraliyê de li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî hate kirin.

Şêniyên efrînî li pêşiya têketina bajarokê Babins kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên zimanê erebî û kurdî rakirin.

Şêniyan sloganên "Bijî berxwedana rêber Abdullah Ocalan " û "Na ji bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî tecrîda li dijî rêber Ocalan ji hêla desthilata Tirk ve " berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/12/08/141041_mhmd-nasw.webp

Li qada bajarok şêniyan deqeyeke rêz girt, piştre hevserokê Meclisa Kantona Efrîn Mihemed Naso axivî û got: "Em berxwedana rêber Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de û têkoşîna wî ya li dijî zilmê silav dikin."

Naso îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî mirovahiyê û gelê Rojhilata Navîn kir û wiha dewam kir: "Her wiha em piştgiriya dewleta Tirk a dagirker a ji komên çeteyan re şermezar dikin û dibêjin, bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk nîşaneya hevkariya wê û erêkirina li ser zilmê ye."

Naso diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe kir xizmeta mirovahî û adaletê.

Dûvre li ser navê Meclisa Kantona Şehbayê Necah Keleş axivî û got, hêzên navneteweyî di serî de Brîtanya bi desteka DYA`yê di siyasetên xwe israr dikin û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan didomînin.

/ar/uploads/files/2021/12/08/141057_njah-klsh.webp

Necah Keleş piştrast kir ku proje, felsefeya rêber Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk ji bo gelan bûne mînak û rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand çavkaniya aştî û mirovahiyê.

Necah Keleş îşaret bi destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi saya proje û fikirê neteweya demokratîk ê rêber Ocalan e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Faşîzma Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran kiriye, ji ber ku ji serkeftinên li Rojava ditirse."

(eh)

ANHA