Olaf Schulz wekî serokwezîrê Almanya hat hilbijartin

Meclisa Parlementeran a Almanyayê îro fermî serdema Angela Merkel ya 16 salan dewam kir, bi dawî kir û Olaf Schulz weke serokwezîr hilbijart.

Olaf Schulz wekî serokwezîrê Almanya hat hilbijartin
8 kanûn, 2021   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Olaf Schulz (63) ku destekê ji Partiya Sosyalîst û Demokratîk, Partiya Kesk û Lîberal digre, ji eslê 736 li Bundestag dengên 395 parlementeran bi dest xist. Tê payîn ku berê xwe bide navenda serokatiya komarê ya federal Frank Walter Steinmeier da ku belgeya erkdarkirina xwe bigire.

Piştî du meh û nîvan ji hilbijartinên parlementoyê yên Almanya, Olaf Schulz bû serokwezîr û tevgera çep dîsa vegerand ser desthilatê.

Bi vê yekê Olaf Schulz dibe serokwezîrê 9`emîn ê Almanyayê.

(bx)