Sersaxî ji malbata şehîd Fewaz Omer re hate xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fewaz Omer re xwest, ku di 5`ê Kanûnê de dema erka xwe pêk tanî şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Fewaz Omer re hate xwestin
8 kanûn, 2021   12:38
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Fewaz ku li pêşiya mala wî ya li taxa Hilêliyê hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Di merasîma sersaxiyê de wêneyên rêber Ocalan, al û sembolên şoreşê hatin hildan û dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Îsam Îbrahîm di kesayeta şehîd Fewaz de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: "Ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk, şehîdan her tiştê giranbiha feda kir."

Îsam Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî 10 salan ji Şoreşa Rojava, gelê Kurd û gelên herêmê berxwedaneke dîrokî raber kirin û parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin, dike."

Îbrahîm wiha lê zêde kir: “Bidestxistina van destkeftiyan nayê wateya ku em gihaştina armancên xwe yên azadiyê, nayê welatiya ku rê hêsan e, divê em hişyar bin, ji ber ku dijminên me dixwazin me qir bike, bikujin û komkujiyan pêk bînin da ku desthilata xwe biparêzin.”

Îbrahîm desntîşan kir ku ji bo ew layîqî fedekariyên şehîdan û fikr û felsefeya rêber Ocalan bin, divê têkoşînê bidomînin.

Her wiha da zanîn ku ev qonax çarenûsî ye û ji bo ku bibin aliyekî danûstandinên siyasî, divê vê derfeta dîrokî ji dest nedin û got: “Eger em vê derfetê winda bikin, em ê bi dawî bibin.”

Her wiha endamê PYD`ê yê bajarokê Girbawî Fehîm Mehmûd ev tişt anî ziman: "Şehîd wijdanê gelan in. Gelê ku şehîdên wî tune bin wijdanê wî tune ye. Têkoşîna gelê Kurd û gelên herêmê ku ev xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna şehîdan av da, dê di dîrokê de were nivîsandin, ji lew re divê em vê xakê biparêzin.”

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fewaz Omer duh li Goristana Şehîd Delîl Seroxan hatibû oxirkirin. Merasîma sersaxiyê heta saetên êvarê didome.

(bx)

ANHA