​​​​​​​Malbatekê carenûsa kurê xwe yê windayî pirsî

Malbata ciwanekî ku ji dema dagirkirina Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk ve winda ye, bang li hikumeta Tirk ku çarenûsa kurê wê diyar bike.

​​​​​​​Malbatekê carenûsa kurê xwe yê windayî pirsî
8 kanûn, 2021   10:03
KOBANÊ

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê yên li dijî herêma Girê Spî de ku 9`ê Cotmeha 2019`an dest pê kirin, gelek malbatan zarokên xwe winda kirin.

Malbata ciwanê bi navê Lezgîn Semê ji gundê Cûmê yê kantona Kobanê ye. Di şerên li Girê Spî de Lezgîn cihê xwe di nava Hêzên Erka Xweparastinê de digirt.

Dayika Lezgîn, Besê Semê destnîşan kir ku beriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî bi çend rojan bi kurê xwe re axivî, wê demê kurê wê li gundê Yabse yê rojavayê Girê Spî bû ku 3 rojan şerên dijwar lê qewimîn.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine,  9`ê Cotmeha 2019`an Lezgînê Semê yê 29 salî tevî 2 şervanên ji gundê Heyne Îdaniye li gundê Yabse asê mane.

Malbatê destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rêya telefona Lezgîn bi wan re axivîn, carekê gotin ku Lezgîn di şer de şehîd bûye û careke din gotin di girtîgeheke dewleta Tirk a dagirker a li nêzî bajarokê Akçakale de ye.

Dayika Lezgîn bang li dewleta Tirk kir ku çarenûsa kurê û şervanên pê re eşkere bike û got: “Ez li benda agahiyekê me. Heke şehîd bûye bila şehadeta wî ragihînin. Heke girtî be jî bila eşkere bikin. Ez tenê dixwazim çarenûsa wî û çi bi ser wî hatiye nas bikim.”

Besê Semê wiha domand: “Min li hemû deriyan da, da ku çarenûsa kurê xwe nas bikin. Lê min tu agahî negirt. Heta Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser got agahiya wê derbarê mijarê de tune ye. Girtiyekî ji girtîgeha Siwêrek derketiye ji me re kesek wesifand mîna ku Lezgîn be û got ew di girtîgehê de ye, lê em ji vê yekê piştrast nebûn. Divê rêxistinên mafên mirovan alîkariya me bikin heta ku em çarenûsa kurê xwe û şervanên din nas bikin. ”

Lezgîn Semê ku bavê du zarokan e beriya êrişên dewleta Tirk bi çend mehan tev li dewreya 11`an a Erka Xweparastinê bû.

Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya serbixwe di 14`ê Îlona 2020`an de raporek pêşkêş kir. Tê de cara yekemîn dewleta Tirk sûcdar kir ku bi rêya çeteyên Sûriyê yên qaşo bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” sûcên şer li herêmên dagirkirî pêk anîn.

(şx)

ANHA