​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya lêkolîneke nû hewl dide pirsgirêka qutbûna kehrebeyê li navçeya Til Temirê ya Hesekê çareser bike.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
​​​​​​​Rêveberiya Xweser pirsgirêka kehrebeyê li Til Temirê çareser dike
8 kanûn, 2021   09:51
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek caran êrişî navçeya Til Temirê ya Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, 43 gund ji 4 mehan ve bê kehrebe ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê saziyên kehrebeyê yên li kantonê ketin nava liv û tevgerê.

Ji dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştine nêzî navçeya Til Temirê, li gelek gundên bakurê navçeyê, li ser rêya Zirganê rojane sûcên şer li dijî sivîlan pêk tên, li gel wê jî binesazî û malên sivîlan jî tên hedefgirtin.

Ji Tîrmeha borî ve li ser zêdetirî 43 gundên bakurê Til Temirê kehrebe qut bûye.

Hevserokê navenda kehrebê ya Til Temirê Fehed Semîle da zanîn ku xeta kehrebe ji bajarokê Mizrî heta bi Zirganê ji xizmetê derket, ji ber dagirkeriyê her tim ew gund kirin hedef, bi taybet jî xeta kehrebeyê.

Semîle wiha got: "Me gelek hewldan bi rêya Rûsyayê ji bo sererastkirina xeta kehrebeyê pêk anîn, lê bê encam bûn. Ji ber xet nêzî baregeha dewleta Tirk a li gundê Menax e û nêzî komên çeteyan e û her tim ew gund tên topbarankirin."

Semîle destnîşan kir ku navenda kehrebeyê ya navçeyê lêkolîneke pîşeyê ji bo peydakirina kehrebeyê pêşkêş kir da ku kehrebe ji 3 şaxên sereke yên toreya dayîna kehrebeyê ji bendava rojhilatê Hesekê re ya li gundê Xirbet Îd wergirin.

Semîle lêkolîna ku pêşkêşî Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê re eşkere kir û ev tişt got: "Ew toreya kehrebeyê bi dirêjahiya 9 kîlometre ye. Dê 62 stûnên ji bo kabloyên kehrebeyê û 5 bircên ji bo kabloyên kehrebeyê werin danîn."

Navenda kehrebê ya Til Temirê li benda erêkirina Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê ji projeyê re ye ku pêk bîne.

(fr)

ANHA