Xwepêşandêran êrişî navenda komîseriya hilbijartinan a Lîbyayê kir

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, îro xwepêşandêrên girêdayî komên cuda êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan a li Terablusê kir û hilbijartinên ku dê 24`ê Kanûnê bên lidarxistin red kir.

Xwepêşandêran êrişî navenda komîseriya hilbijartinan a Lîbyayê kir
8 kanûn, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemenî yên Lîbyayê dîmen weşandin ku tê de diyar dibe şevê din bi dehan kes êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan li Terablusê dikin.

Êrişkar dixwazin ku konê çalakiyê li pêşiya navendê vekin da ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê ku dê 24`ê Kanûnê werin lidarxistin, red bikin.

Lê cîgirê serokê komîseriya hilbijartinên Lîbyayê Abdullhekîm El-Şeab êrişa xwepêşandêran li djiî navendê derewand.

(bx)