Xwendekarên herêma Efrînê tevî zehmetiyan jî xwendina xwe didomînin

Xwendekarên herêma Efrînê, tevî gelek zor û zehmetiyan jî dev ji xwendina xwe bernadin û dibêjin "Ger li bin dareke zeytûnê be, ger li bin konekê be, em ê xwendina xwe berdewam bikin."

Xwendekarên herêma Efrînê tevî zehmetiyan jî xwendina xwe didomînin
8 kanûn, 2021   01:46
ŞEHBA

Dibistana Şehîd Egîd a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, ji sala 2018’an piştî gelê herêma Efrînê koçberî kantona Şehbayê bû, hate vekirin. Ev bû nêzî 4 sal ku xwendekar di Dibistana Şehîd Egîd de tevî gelek zor û zehmetiyan xwendina xwe berdewam dikin.

Têkildarî mijarê xwendekar û hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Xwendekara bi navê Hêva Heşêm got: “Ji ber gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, em her tim nikarin di dibistanê de xwendina xwe berdewam bikin. Ji ber vê jî em rojên în û şemiyan jî perwerdeya xwe didomînin."

Hêva Heşêm bal kişand ser rewşa perwerdeyê û got: "Ji ber rewşa koçberiyê, di malên kavil de 2 heya 4 malbat hene, ev jî bandorê li xwendekaran dike. Lê tevî em li bin konekê bin an jî li bin dareke zeytûnê, em ê xwendina xwe berdewam bikin."

Hêva di dawiya gotina xwe de got: "Li hemberî her astengiyekê em li ber xwe didin, ji ber ku em xwedî îrade ne. Çi qas gef û êriş li ser herêmê çêbin, ew qas em ê li ber xwe bidin û pêşeroja xwe ronî bikin."

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl jî got: "Tevî ambargoya li ser kantona Şehbayê û gefên dewleta Tirk ên ku di her demekê de li ser kantonê çêdibin, asta xwendinê ya xwendkaran baş e."

Bêrîvan Xelîl bal kişand ser astengiyên ku ew û xwendekar dibînin û wiha berdewam kir: "Ev bû 4 sal perwerde tê meşandin, lê pirtûk gelekî kêm in û ev yek jî bandorê li xwendekaran dike. Lê tevî vê yekê jî xwendekar xwendina xwe dewam dikin."

Di berdewama gotina xwe de Bêrîvan Xelîl behsa kêmbûna amûrên fêrkirinê kir û got: "Astengiya duyemîn ya ku xwendekar di perwerdeya xwe de dibînin, kêmbûna amûrên fêrkirinê ye. Piraniya dibistanên me malên kavilkirî bûn, me ji nû ve çêkirin û kirin dibistan.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber rewşa awarte ya herêmê, xwendekar ji aliyê kêmbûna cilên dibistanê û amûrên xwendinê ve astengiyan dibînin, ev jî bandorekê li xwendekar û perwerdeyê dike."

ANHA