Dewleta Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar li kûrahiya xaka Sûriyê lê dike

Dagirkeriya Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar di hundirê xaka Sûriyê de lê kir da ku herêmên dagirkirî qut bike.  Berpirsên Rêveberiya Xweser got: " Dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle hewl dide planên qirêj pêk bîne ku xaka Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike."

Dewleta Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar li kûrahiya xaka Sûriyê lê dike
Dewleta Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar li kûrahiya xaka Sûriyê lê dike
Dewleta Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar li kûrahiya xaka Sûriyê lê dike
Dewleta Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar li kûrahiya xaka Sûriyê lê dike
Dewleta Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre dîwar li kûrahiya xaka Sûriyê lê dike
8 kanûn, 2021   03:19
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî eniyên şer ên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de û li rex rêya M4 xendek kolandine.

Artêşa Tirk li herêmên dagirkirî, bi taybet li derdora bajarokê Eyn Îsa 20 baregehên leşkerî ava kirin, di van baregehan de bircên çavdêriyê, tank û pergala radaran a li dijî balafirên bêmirov hatine danîn.

Li gorî malpera Al-Monitor, hêzên dagirkeriya Tirk bi dirêjahiya 230 kîlometre li kûrahiya xaka Sûriyê li rex rêya M4 xendek kolandine da ku baregehên xwe yên leşkerî bi hev ve girê bide. Dewleta Tirk bi hinceta  "Parastina herêmên dagirkirî  ji êrişên QSD'ê" xendeq kolandin.

Li gel îdiayên derew ên dewleta Tirk ên li hemberî QSD'ê, dewleta Tirk û çeteyên wê par 48 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin û hewl dan wan dagir bikin, di encamê de bi dehan welatî di komkujiyên cuda de jiyana xwe ji dest da, ji wan; komkujiya Sefewiye ya li Eyn Îsa û valakirina 12 gundan ji niştecihên wê.

Girêdayî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Girê Spî Hezai Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle hewl dide planên qirêj pêk bîne ku xaka Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike.

Mihemed wiha got: "Hebûna dagirkeriya Tirk ji her welatiyek sûrî re metirsî ye û niyetên dewleta Tirk ji sûriyan re eşkere bûn. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî weke ku herêmên Tirkiyê ne tev digere, her wiha kiryarên kolandina xendekan tê wateya xêzkirina sînorên dewleta Tirk."

Dewleta Tirk hewl dide dagirkirina xaka Sûriyê rewa bike, wê yek jî bi rêya lêkirina dîwaran û qutkirina herêmên bakurê rêya M4 ji başûr pêk tîne û li gundên li ser rêya M4 alên Tirkiyê danîne.

Hezai Mihemed da zanîn ku civata navneteweyî û hêzên garantor li Sûriyê berpirsê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ve ye û ev tişt anî ziman: "Çareserî di vekişîna dewleta Tirk ji xaka Sûriyê de ye."

Ligel dagirkirina Efrîn, herêmên bakurê Helebê, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk ve derdora 95 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dagirkirin. Her wiha li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a herêmên Cizîr û Firatê, ji ber avakirina dîwaran ji hêla dewleta Tirk a dagirker 27 hezar û 33 donim ji zeviyên çandiniyê hatine dagirkirin.

(fr)

ANHA