Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

Di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de bi hezaran şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Şêniyan li ser pêwîstiya mezinkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir.

Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
7 kanûn, 2021   13:45
HELEB

Pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li meşe bûn ku bi dirûşma “Dem dema azadiya Serok e” li dar ket.

Şênî destpêkê li pêşiya hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û ber bi Meclisa Şehîd Kelhat ve ya li beşa rojhilatê taxê meşiyan.

Meş li pêşiya meclisê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star Mewlîde Silêman axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan heta roja me ya îro berdewam e û got: “Vîna me tu carî naşikê û heta serokê me rizgar nebe, berxwedana me berdewam e.”

Mewlîde Silêman destnîşan kir ku bi saya rêber Abdullah Ocalan gelek destkeftî hatin bidestxistin û wiha domand: “Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a ku aştî, edalet û wekhevî ji xwe re kirine bingeh, cîhanê Kurd nas kirin.”

Mewlîde diyar kir ku dewleta Tirk ji ber projeya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan tecrîdê lê ferz dike û giran dike, ji ber ku ev proje ne li gorî berjewendiyên wê yên siyasî ne û li ser hebûna xwe xeter dibîne.

Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa axivî û got: “Bi saya fedakariyên rêber Abdullah Ocalan me rastiya xwe nas kir.”

Mistefa daxuyand ku dê bi felsefeya rêber Abdullah Ocalan li hember zilmê bisekinin û dê bi ser bikevin û heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe, dev ji têkoşînê bernadin.

Şêniyên ku tev li meşê bûn, tecrîd şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.

(şx)

ANHA