Bi sedan kesan li Eyn Îsayê banga azadiya rêber Ocalan kir

Îro bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî daketin kolanan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi sedan kesan li Eyn Îsayê banga azadiya rêber Ocalan kir
7 kanûn, 2021   13:43
EYN ÎSA

Meşa şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî ji Çerxerêya Dîsîplîna Leşkerî dest pê kir û heta Çerxerêya Şaredariyê ya li naverasta navçeyê dewam kir.

Meşvanan pankertên “Bê serok jiyan nabe” wêneyên rêber Ocalan û wêneyên şehîdan, alên QSD`ê û PYD`ê rakirin. Di meşê de dirûşmên banga azadiya rêber Ocalan, her wiha dirûşmên şermezarkirina Erdogan, hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şaredariyê veguherî mitîngê. Li wê derê bi navê şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Salih El-Hecî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide aramî û îstiqrarê li Rojhilata Navîn têk bibe, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

El-Hecî wiha dewam kir: “Çi qasî dewleta Tirk a faşîst Rêbertî di aliyê fîzîkî de dîl bigire jî, lê belê ew bi fikr û felsefeya xwe di nava me de dijî. Rêber Ocalan bi fikrên xwe di nava me de azad e.”

Salih El-Hecî di dawiyê de bang li civata naveteweyî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan zextê li dewleta Tirk bike.

ANHA