Şêniyên Til Koçerê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed oxir kir

Bi sedan şêniyên kantona Qamişloyê îro şervanê QSD`ê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed li Goristana Şehîd Uqab Eswed a li navçeya Til Koçerê oxir kir.

Şêniyên Til Koçerê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed oxir kir
7 kanûn, 2021   13:08
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan berê xwe da goristana şehîdan a li navçeya Til Koçerê da ku beşdarî merasima oxirkirina şehîd Elî Ehmed El-Mihemed bibin. Şervanê QSD`ê Elî Ehmed El-Mihemed di 4`ê Kanûnê de dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li navçeya Çilaxa gihaşt asta şehadetê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji navçeya Girkê Legê wergirt û berê xwe da Goristana Şehîd Uqab Eswed a li Til Koçerê.

Li goristana şehîdan, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) toraneke leşkerî li dar xist. Piştre ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrikî axivî û pesna lehengiya şervanên QSD`ê da.

Piştre bi navê malbatê, birayê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed axivî û soz da ku rêya birayê xwe û hemû şehîdên azadiyê berdewam bike ta ku armancên wan pêk bîne.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd veşart.

ANHA