Balafirên Rûsya car din çolistana Sûriyê bi dijwarî bombebaran kir

4 balafirên şer ên Rûsyayê îro li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Resafê ya başûr rojavayê Reqayê û El-Şole ya rojavayê Dêrazorê zêdetirî 15 êriş pêk anîn.

Balafirên Rûsya car din çolistana Sûriyê bi dijwarî bombebaran kir
7 kanûn, 2021   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji saetên sibehê ve 4 balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Resafê ya başûr rojavayê Reqayê û El-Şole ya rojavayê Dêrazorê, zêdetirî 15 êriş pêk anîn.

Duh jî balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên li çolistana Resafe û El-Şola 8 êriş pêk anîbûn.

Li aliyekî din komên alîgirên Rûsya û hikumeta Şamê li nuqteyên li çolistana Sûriyê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel ên şaneyên DAIŞ`ê, sewqiyetên nû pêk anîn.

Bi vê yekê ji destpêka Kanûnê ve balafirên Rûsyayê li herêmên cuda yên çolistana Sûriyê zêdetirî 38 êriş pêk anîne.

(cx)