Li Sêmalkayê banga helwesteke mirovî li PDK'ê kirin

Endamên meclisa Girkê Legê îro çalakiya li Sêmalkayê dewr girt û endamên HPC-Dêrikê û xebatkarên Şîrketa Girzîro serdana konê çalakiyê kir. Di çalakiyê de bang li PDK'ê kirin ku vegere ser xeta kurdayetiyê û hate gotin "PDK, helwesteke mirovî nîşan bide û cenazeyên me radest bike."

Li Sêmalkayê banga helwesteke mirovî li PDK'ê kirin
7 kanûn, 2021   12:31
QAMISLO

Çalakiya konvedanê di 5 'ê Cotmehê de li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin şehîdkirin, dest pê kiribû û di roja xwe ya 64' an de dewam dike.

Îro piştî ku endamên meclisa navçeya Girkê Legê çalakî ji koma Çilaxa dewr girt, Hêzên Parastina Civakî (HPC) Dêrik û xebatkarên Şîrketa Girzîro ya Dêrikê serdana çalakiyê kir.

Endama meclisa navçeyê Zîlan Roj li ser navê koma Girkê Legê axivî û nedayîna cenazeyên şehîdan şermezar kir, diyar kir ku dê çalakiya wan heta bigihêje encamekê dê bidome û got: “Ez hêvî dikim ku PDK cenazeyên şehîdên me bide me û ez bang li PDK'ê dikim ku were ser xeta kurdayetiyê.''

Li ser navê endamên meclisa Çilaxayê Mûrad Şemo jî got: “Em bawer dikin ku ev çalakiya birûmet dê bi serketinê bi encam bibe."

Piştî ku koma Girkê Legê çalakî dewr girt, endamên HPC'ê yên Dêrikê bi girseyî serdana konê çalakiyê kir. Endamên HPC'ê, bi dirûşman hatin pêşwazîkirin û li ser sînorê Rojava-Başûr xîtabî PDK'ê kir.

'PDK XIYANETÊ DIKE’

Endamê HPC Dêrikê Salih Sadik daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan hêza xwe ji têkoşîna 40 salan a rêber Abdullah Ocalan digire û wiha berteka xwe li dijî PDK'ê nîşan da: “Ez PDK'ê şermezar dikim ku cenazeyên şehîdên me yên ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kir, nade. PDK talîmata xwe ji dewleta Tirk digire, xayin e û ji bilî berjewendiyên xwe tu sûd nedaye."    

Salih Sadik got pêşmergeyên di êrişên DAŞ'ê yên li Başûrê Kurdistanê de hatin şehîdkirin jî ewladên wan in û ev peyama berxwedanê da: "Ev çalakî bi salan bidome jî, em teslîmiyetê qebûl nakin û bi şîara 'Berxwedan jiyan e' berxwedana xwe bidomînin. Yên ku xwe ji gel re pêşeng dibînin lê xiaynetê ji bapîrên wan dest pê kiriye, divê vê yekê baş bizanibin.”

Piştî axaftinê girseya gel karkerên şîrketa Girzîro pêşwazî kirin.

'EM MAFDAR IN Û LI SER PÊYAN IN'

Li ser navê karkerên ku li ser sînor kom bûn, Emîn Silêman wiha axivî: "Bi hemû baweriya xwe em ê li ser şopa rêber Abdullah Ocalan bin. Em mafdar in û ji ber ku em mafdar in, wek gelê Rojava em bi salan e li ber xwe didin. Çalakiya li vir bersivek e, peyamek e. Divê civaka navneteweyî, Kurdên welatparêz û Kurdên xayîn vê peyamê baş bibihîzin. Çalakgerên li vir ne bi tenê ne û gel her roj li vir amade ye.”

Emîn Silêman dawiya axaftina xwe de ev bang li PDK û partiyên Kurdan kir: "PDK li ku ye, partiyên Kurdan li ku ne? PDK, tu çima şehîdên me nadî me? Bersiva vê bide. Bi rojan e we çima bersiv neda daxwazên me? Tu li dijî kê şer dikî? Yên ku herî zêde di vê têkoşînê de berdêl dane, gerîla ne. PDK, helwesteke mirovî nîşan bide û cenazeyên şehîdên me radestî me bike."

Piştî axaftinê, endamên HPC Dêrikê û xebatkarên Şîrketa Girzîro serdana konê çalakiyê kir.

ANHA