Di lûtkeya Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê de pirsgirêkên herêmî hatin nîqaşkirin

Lûtkeya sêalî ya Yewnanistan, Qibrisû Îsraîlê îro li Îsraîlê li dar dikeve. Di civînê de dê pirsgirêkên herêmî werin nîqaşkirin.        

Di lûtkeya Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê de pirsgirêkên herêmî hatin nîqaşkirin
7 kanûn, 2021   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokê Qibrisê Nicos Anastasiades dê serdana Îsraîlê bikin û bi serokwezîr Naftali Bennett re li ser aloziya di navbera Enqere û Atînayê de nîqaşan bikin.

Di civînê de dê çawaniya xurtkirina hevkariyê yên projeyên enerjiyê, wekî projeya xeta gaza xwezayî ya di navbera Îsraîl û Ewropayê de di ser Qibris û Yewnanistanê re, were nîqaşkirin.

Têkiliyên di navbera her sê welatan de di van salên dawîn de, ji aliyê berjewendiyên hevpar ên aborî û stratejîk ve baştir bûne.

(dx)