Rêveberiya Xweser du zarokên DAIŞ`ê radestî hikumeta Swîsrayê kirin

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh du zarokên DAIŞ`î li gorî belgenameyeke fermî ku di navbera her du aliyan de hate îmzekirin, radestî hikumeta Swîsrayê, kir.

Rêveberiya Xweser du zarokên DAIŞ`ê radestî hikumeta Swîsrayê kirin
7 kanûn, 2021   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya swîsrî bi rêveberiya Stephanie Briart, seroka beşa parastina balyozxaneyê di Wezareta Karên Derve ya Swîsrayê de, nûnerê Wezareta Karên Derve ya Swîsrayê û şopînerê xebatên komîteya destûrî Entiwan Leham pêk dihat. Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina du alî de Fener El-Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji dema ku Baxoz ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin bang li civaka navneteweyî kir ku her dewleteke welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de werbigire û îşaret bi xeteriya mayîna zarok û jinan di nava rewşên terorîst de kir.

El-Giêt spasiya dewletên ku bersiv dan û welatiyên xwe wergirt kir û destnîşan kir ku ev dosya bi girêk û xeter e û pêwîstiya wê bi hevkariyeke navneteweyî heye da ku DAIŞ`ê careke din xwe bi rêxistin neke û nifşeke nû ji terorîstan ava neke. Fener El-Giêt hêvî kir ku hikumeta Siwîsrayê roleke erênî di vê mijarê de bilîze.

Stephanie Briart jî ji ber pêşwazîkirin, hevkariya ji bo hêsankirina vê erkê û başkirina pêşeroja her du zarokan, spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Di dawiya hevdîtinê de her du zarokên DAIŞ`î li gorî belgenameya fermî ku ji aliyê her du aliyan ve hate îmzekirin, radestî şandeya swîsrî hatin kirin.

(bx)

ANHA