Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê herêmên çiyayê Zawiyê ya li gundewarê başûrê Idlibê û eniyên şer ên Sehil Xab a li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kir
7 kanûn, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê duh û îro herêmên Benîn, Fitîra û Filêfil a li çiyayê Zawiyê ya li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê eniyên şer ên çeteyan ên li Sehil El-Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(dx)