​​​​​​​Koçberên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina demsala zivistanê dikin

Bi hatina mewsima barîna baranê û sermayê, koçberên kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi destên xwe û bi alîkariya ji şaredariya kampê konên xwe yên riziyayî sererast dikin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina demsala zivistanê dikin
7 kanûn, 2021   08:59
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji beriya 4 salan ve ango ji dema ku şêniyên Efrînê koçber bûne, di heman konan de dijîn.

Şaredariya kampa Berxwedan li gorî derfetên xwe nêzî 13 hezar bilok û zêdetirî 16 ton çemento belav kir da ku şênî derdora konê xwe sererast bikin, da ku baran derbasî hundirê konan  nebe.

Niştecihên kampê ji ber rewşa ku her sal xirabtir dibe, gazincan dikin. Koçberê bi navê Mezlûm Tobal diyar kir ku niştecihên kampê bi xwe û bi alîkariya şaredariyê xebatên sererastkirina konan dikin.

Mezlûm Tobal destnîşan kir ku rêxistinên ku di bin navê "mirovahiyê" de dixebitin, zehmetiyên niştecihên kampê ku her sal zêdetir dibe paşguh dike bêyî ku tu alîkariyê bidin û zehmetiyên wan kêm bikin.

Her wiha koçbera bi navê Nûra Elo spasiya şaredariya kampê kir ku tevî derfetên wê yên kêm û dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmên Şehbayê ferz dike alîkariya wan dike û piştrast kir ku ji destpêka ku koçber gihaştin Şehbayê şaredarî di warê peydakirina sotemenî, madeyên alîkariyê û rewşên pêwîst de, alîkariya wan dike.

Koçbera bi navê Hêza Birîmo jî wiha axivî: "Bi hatina demsala zivistanê re me hewl da ku nekevin şaştiyên ku salên borî bi me re derbas bûn, ku em li benda alîkariya rêxistinan bûn. Ji ber wê jî me konê xwe bi xwe û bi destekdayîna şaredariyê bi awayekî baş ava kir da ku ava baranê derbasî hundir nebe."

Hêza Birîmo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên pêwendîdar kir ku rewşa koçberan di ber çavan re derbas bikin û rola xwe ya exlaqî û mirovî li hember wan pêk bînin.

Koçber û niştecihên kampa Berxwedan a kantona Şehbayê girêdana xwe bi berxwedan û bilindkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê û vegera niştecihên wê, kir.

(bx)

ANHA