Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn berdewam e

Li tevahî Kurdistan û cîhanê çalakiyên pêngava "Dem dema azadiyê ye" di sala duyemîn de berdewam dikin, têkildarî vê yekê Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd teqez kir ku pêngav dê berdewam bike heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn berdewam e
7 kanûn, 2021   09:14
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk ji zêdetirî 22 salan  ve tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ferz kiriye, nahêle ne parêzer ne jî malbat serdanê bikin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan KCK’ê di 10’ê Îlona 2020’an de pêngavek bi diruşma "Dem dema azadiyê ye" ragihand.

Di çarçoveya pêngavê de li tevahî Kurdistan û cîhanê çalakiyên gelek cuda hatin lidarxistin. Her wiha bi hezaran girtiyên Kurd ên di girtîgehên dewleta Tirk de di 12’yê Îlona 2020’an de greva birçîbûnê ragihand.

Çalakgerên Kurd di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" gelek haştag parve kirin û li ser asta cîhanê bi awayekî mezin hat pêşwazîkirin.

‛ARMANCA  PÊNGAVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN E'

Pêngava "Dem dema azadiyê ye" di qonaxa xwe ya duyemîn de li Kurdistan û cîhanê berdewam dike. Li herêma Firatê jî pêngav bi çalakiyên cur bi cur didome. Li ser vê yekê jî Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd wiha got: "Destpêkê armanca pêngavê rakirina tecrîda li dijî rêbertî bû, lê îro armanc azadiya fîzîkî ya rêbertiya me ye. Gelê herêmê jî dibîne ku azadiya rêber Ocalan azadiy wê ye, ji lew re gel bi xurtî beşdarî pêngavê dibe."

Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya şerê taybet, belavkirina nûçeyên derew bi taybet ên girêdayî tenduristiya rêber Ocalan hewl dide vîna gelê Kurd û gelên herêmê bişikîne.

Mehmûd ev tişt got: "Di pêngava li herêma Firatê de rêzeçalakiyên cuda, mîna meşên dirêj, çalakiyên konvedanê, daxuyanî, vekirina dewreyên fikirî yên li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan, panel û semînerên li ser tecrîdê, belavkirina belavokan hatin lidarxistin."

Mehmûd da zanîn ku pêngav bi çalakiyên cuda berdewam e û ev tişt anî ziman: "Tevgera Ciwanên Şoreşger wêneyên rêber Ocalan li sazî, navend û desteyan belav dike, semîneran dide, civînan li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan û armanca wê ji şêniyan re li dar dixe."

PLANÊN PÊŞEROJÊ

Têkildarî plansaziya tevgerê, Mihemed Mehmûd wiha got: "Em ê bi tevahî rêbazan çalakiyên xwe berdewam bikin heta rêber Ocalan bi fîzîkî azad dibe. Her wiha plan û bernameyên pêşerojê ji bo pêngavê  hene ku çalakiyên cuda li herêman li dar kevin."

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Li gel danîna konê çalakiyê, lidarxistina meş û çalakiyên cuda, dê nivîsgeh li bajar û bajarokên herêma Firatê werin vekirin û tê de pirtûk û wêneyên rêber Ocalan werin belavkirin, semîner werin dayîn û civîn ji bo şîrovekirina wateya tecrîd û çawaniya têkoşîna li hember faşîsta Tirk heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan werin lidarxistin."

(fr)

ANHA