​​​​​​​HPG: Em amade ne gelê xwe ji DAIŞ'ê biparêzin

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yektaş got "Liv û tevgera DAIŞ'ê ya li derdora Kerkûkê encama planekê ye û ji dewleta Tirk cuda nîn e. Em amade ne gelê xwe yê li Başûr biparêzin."

​​​​​​​HPG: Em amade ne gelê xwe ji DAIŞ'ê biparêzin
6 kanûn, 2021   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yektaş li ser zêdebûna liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya li derdora Kerkûkê ji ANF’ê re axivî.

Hevpeyvîna ANF’yê ya bi Serdar Yektaş re wiha ye.

Dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê û vir ve ji bo dagirkirinê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Bi saya berxwedana gerîla, dewleta Tirk nekarî bi pêş ve biçe û li hin deveran neçar ma ku xwe vekişîne. Niha jî li herêma Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê êrişên DAIŞ'ê rû dan. Hejmara qurbaniyan jî zêde dibe. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?

Rast e, li derdora Kerkûkê liv û tevgera DAIŞ'ê heye. Ev liv û tevger niha veguheriye êrişên şênber. Mirovên me yên sivîl û pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbatên pêşmergeyan ên şehîd bûne û ji tevahiya gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê re dixwazin. DAIŞ a ku ji aliyê şervanên azadiyê yên gelê Kurd ve hate têkbirin, ji nû ve dest bi êrişên li ser gelê me kiriye ku ev yek cihê fikaran e.

DAIŞ a ku li Sûriye û Iraqê têk çû, niha çima li derdora Kerkûkê ji nişka ve ketin nava liv û tevgerê?

Bi dîtina me ev yek ji hev cihê nîne. Liv û tevgera DAIŞ'ê ya li Kerkûkê encama planekê ye û ev rewş ji dewleta Tirk cihê nîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser daxuyanî û karên hin derdorên bi destê dewleta Tirk li van herêman hatine birêxistin, hingî rewş baştir tê fêhmkirin.

Sala 2014'an dema ku DAIŞ'ê êriş bir ser vê herêmê, weke HPG we li kêleka pêşmergeyan li wê herêmê şer kirin, gel parastin û herêm ji DAIŞ'ê paqij kirin. Eger niha êrişên DAIŞ'ê zêde bibin û metirsî jî mezin bibe, hûn ê heman tiştî bikin?

Bêguman em ê bikin. Ji ku derê êriş li dijî gelê me bê kirin, ji bo me erk û wezîfe ye ku bi rengê fedayî gelê xwe biparêzin. Eger ji bo herêma ku we gotibin be, eger pêwîstî bi me hebe û bê xwestin, weke HPG em amade ne xelkê xwe yê li Kerkûkê biparêzin. Weke ku we jî got di sala 2014'an de em çawa bi erka xwe rabûn, niha jî ti astengî li pêşiya me nîne ku vê erka xwe nekin.

Di van êrişan de gelek ji gel û pêşmergeyan şehîd bûn. Di vê mijarê de lawaziya hêzên PDK'ê bûye mijara nîqaşê. Mîna ku di nava raya giştî de tê nîqaşkirin, PDK'ê bi giranî berê xwe daye qadên gerîla. Tê gotin, wesayitên zirxî û çekên ku hêzên navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê dane PDK'ê, niha bi wan çekan bi sedan girên li qadên gerîla dorpêç kirine...

Agahiyên ku li nava raya giştî belav bû û xusûsên ku we qalê kirin mixabin rast in. Ewqas hêza leşkerî û derfet diviyabû ne li dijî gerîla, lê belê li dijî dijminên rasteqîn ên gelê Kurd bi cih kiribûna. Ji ber ku ev yek bi kêrî doza gelê Başûrê Kurdistanê, bi kêrî doza azadiyê ya tevahiya gelê Kurdistanê nayê. Her wiha divê ev yek jî bê zanîn; bi hêzên welê qelebalix û wesayitên zirxî mîna xwepêşandanê derb nikare li DAIŞ'ê bê xistin. Tenê bi yekîneyên biçûk derb dikare lê bê xistin. Ji xwe weke HPG'ê dema ku me rêbaz û taktîkên serdema nû ya gerîla diyar kir, yek ji xusûsên herî girîng ku me li ber çavan girt ev bû; bi vî rêbazî li dijî êrişên bi vî rengî encam tê wergirtin. HPG di vê mijarê de gelekî bi tecrûbe û şareza ye.

Di hin nûçeyan de hate îdîakirin ku Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan dema hate Sêrtê bombeyek li wesayita polîsekî ve hatiye bicihkirin û pêşî li êrişek li dijî Erdogan hatiye girtin. Medya Tirk ev yek xiste stuyê gerîla û hewl da ku di rojeva Tirkiyeyê de bide nîqaşkirin. Gelo ev îdia rast e?

Ti eleqeya bûyera bombeyê bi me nîne. Dibe ku ev yek senaryoyeyek ji aliyê AKP'ê ve hatiye amadekirin. Rejîmeke faşîst û şefê wê heye ku êdî ji rojevê, ji hal ketiye. Dibe ku ji bo AKP'ê bi rengekî cuda bixin rojevê û xwe weke mexdûr nîşan bide, ev yek kiribin. Tê gotin ku bombeya hatiye bidestxistin 1.5 kîlo ye. Her kes zane ku teqemeniyek di vê astê de qet bandorê liw esayiteke zirxî ya ji bo serokkomar nake. Ji ber vê yekê ya hatiye gotin nerast e, ji bo propagandayê ye.