Balafirên Rûsyayê baregehên DAIŞ`ê bombebaran kirin

3 balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana El-Şola ya li rojavayê Dêrazorê bombeberan kirin.

Balafirên Rûsyayê baregehên DAIŞ`ê bombebaran kirin
6 kanûn, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 3 balafirên şer ên Rûsyayê îro ji saetên sibê ve baregehên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana El-Şola ya li rojavayê Dêrazorê bombeberan kirine.

Duh jî balafirên şer ên Rûsyayê bi awayekî dijwar herêmên ku dikevin nava herêmên çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Dêrazorê, bombebaran kiribûn.

(bx)