Di êrişa DAIŞ’ê ya li Kerkûkê de 4 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev careke din li nêzî bajarokê Pirdê yê Kerkûkê êrişî çeperên pêşmergeyan kir. Di encama êrişê de 4 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

Di êrişa DAIŞ’ê ya li Kerkûkê de 4 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
6 kanûn, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî nûçeya Rojnewsê duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê careke din li nêzî gundê Qeresalim ê bajarokê Pirdê yê Kerkûkê êrişî çeperên pêşmergeyan kir.

Li gorî agahiyên berdest di encama êrişê de 4 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û pêşmergeyek jî birîndar bûye. Navên pêşmergeyên şehîd bûne, wiha ne; Mesûd Telet, Nehro Nacî, Hejar Celal û Rêkan Tofiq.