Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir

Ji fermandarên QSD`ê Egîd Qermox da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji êrişên dawiyê li ser navend û derdorê navçeya Eyn Îsayê, têkbirina armaî û îstiqrara bajarok, belavkirina tirsê û dagirkirina rêya M4 e.

Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir
Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir
Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir
Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir
Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir
Egîd Qeremox behsa armancên êrişa dawîn li ser Eyn Îsayê kir
6 kanûn, 2021   00:38
EYN ÎSA- DICLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li nêzî gundên Seyda û Kermaze bi çekên giran navenda navçeya Eyn Îsa û derodêr wê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran dikin.

Di encama topbarana dijwar de zirarên madî gihaştin mal û erebeyên sivîlan, her wiha hin parçeyên topan li Mizgefa Nûrî ya li navarasta navçeyê û Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş ketin.

Ajansa me bi wêne û dîmen topên neteqiyayî yên li taxên Eyn Îsa û derdorê wê ketine, belge kir.

Beriya topbaranê, çeteyan ji derdorê gundê Seyda yê rojhilatê Eyn Îsayê hewl da bikevin herêmê, gundê Seyda dagir bikin û rê bigirin. Lê belê şervanên QSD`ê hewldana çeteyan têk bir û zirarên mezin ên madî û canî gihand wan. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 8 çeteyên hewl dane herêmê dagir bikin hatine kuştin û 9 birîndar bûne.

Ji fermandarên meydanî yên QSD`ê Egîd Qeremox ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî ve, topbarankirina herêmên li eniyên şer û gundên sivîlan ranewestandine.

Qeremox wiha axivî: “Armanc ji êrişên di du rojên dawiyê de pêk hatine, dagirkirina gundê Seyda û qutkirina rêya M4 li tevgera sivîlan bû. Topbarankirina navçeyê û derdorê wê armanc jê belavkirina tirsê di nava sivîlan de û têkbirina aramî û îstiqrara herêmê bû.”

Egîd Qeremox di dawiya axaftina xwe de soza parastina navçeyê û têkbirina êrişan û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê da.

(cx)

ANHA