`PKK xistina "lîsteya terorê" kiryareke dermirovî ye`

Welatparêz Îbrahîm Mehmûd ê ji Qamişlo diyar kir ku PKK azadiya gelan esas digire û got, PKK xistina "lîsteya terorê" bêbextiyeke mezin e, divê gelê Kurd vê yekê qebûl neke.

`PKK xistina "lîsteya terorê" kiryareke dermirovî ye`
6 kanûn, 2021   04:08
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Bangên rewşenbîr, nivîskar û gelên cîhanê li ser derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" dewam dikin.

/kr/uploads/files/2021/12/05/191045_-.webp

Vê derbarê de yek ji welatparêzên bajarê Qamişlo Îbrahîm Mehmûd ku bi navê bavê Aras tê naskirin, wiha axivî: "Dewletên navneteweyî û herêmî bi vê yekê bêbextiyê li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê dikin, rêxistina PKK demokrasî, edalet û wekheviyê ji gelan û tevahî mirovahiyê re dixwaze."

Îbrahîm Mehmûd diyar kir ku wan di sala 1985`an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas kiriye û wiha domand: "Beriya naskirina me ji PKK`ê re peywendiyên me bi gelek têkiliyên me bi partiyên din ên kurdî re hebûn, tevî ku em wekî endamên wan partiyan bûn jî, lê me nizanîbû ku ew partî çi karî dikin."

Îbrahîm Mehmûd di mijara cudahiya di navbera partiyên kurdî û PKK`ê de da zanîn ku gel li hember partiyên din bê bawer bû, lê bi naskirina PKK`ê rewş guherî û baweriya gel zêde bi PKK`ê hat û wiha bedewam kir:" Gel ji dijmin pir ditirsiya û ji ber bîrdoziya wan partiya ya lewaz, gel nedikarî baweriya xwe pê bîne, lê PKK`ê destpêkê bawerî da gel û îradeya wan xurt kir."

`PKK AZADIYA GELAN ESAS DIGIRE`

Îbrahîm Mehmûd destnîşan kir ku gel bi axaftin, xebat û exlaqê PKK`ê bawer kir û beşdar bû, Mehmûd wiha dewam kir:"PKK`ê felsefeya azadiya gelan û demokrasiyê esas digire, em li ser vî esasî tevlî fikirê PKK`ê bûn. Me bi rêya Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir ku divê em ji bo doza xwe bixebitin."

Îbrahîm Mehmûd bal kişand ser gotina bavê xwe û wiha got: “`Yên ku xwedî li Kurdistanê derkeve û Kurdistanê rizgar bike PKK ye, ji ber ku jidil dixebite û xizmet dike."

Her wiha diyar kir ku roj bi roj baweriya wan bi PKK`ê zêdetir dibe, tevî ku bi hezaran PKK`yî şehîd bûne, lê hîna jî di rizgarkirina Kurdistanê de bi îsrar in û bawerî û îradeya wan pir xurt e."

`DI NAVA TEVGERA AZADIYÊ DE JINAN ERKA XWE NAS KIR`

Îbrahîm Mehmûd bal kişand ser felsefeya Rêber Ocalan bi taybet derbarê azadiya jinan de û wiha dewam kir: " Jinan di nava Tevgera PKK`ê de roleke mezin lîst ji cîhanê re da diyarkirin ku jin dikarin di hemû warê civakê de bixebitin û erkên mezin bidin ser milên xwe."

Rêber Abdullah Ocalan derbarê azadiya jinan de dibêje, `Heta têkoşîna azadiya jinan bi ser nekeve, wê têkoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bighêje serkeftinê`.

Îbrahîm Mehmûd diyar kir ku ew PKK`ê wekî mizgîniya azadiyê dibînin û wiha domand: "Me di nava PKK`ê de azadiya xwe dît, felsefeya Rêber Ocalan ji me re mîna ronahiyekê ye, beriya naskirina wê em di nava tarîtiyekê de bûn, PKK`ê ji bo gelên Rojhilata Navîn bû wekî ronahiyekê."

` PKK XISTINA NAVA `LÎSTEYA TERORÊ` BÊBEXTÎ YE`

Îbrahîm Mehmûd diyar kir ku PKK`ê xistan "lîsteya terorê" kiryareke dermirovî ye, ji ber ku PKK demokrasî, edalet û wekheviya hemû gelan esas digire.

Her wiha da destnîşan kir ku hêz û dewletên ku PKK xistine "lîsteya terorê" dixwazin tolê ji PKK`ê hilînin û PKK`ê di nava civakên azadîxwaz de reş bikin, lê ev yek nikare vîna gelên azadîxwaz bişkîne.

Îbrahîm Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê PKK`ê ji "lîsteya terorê" were derxistin û divê gelên azadîxwaz vê bêbextiyê qebûl nekin.

ANHA