‛Divê saziyên pêywendîdar ên Başûrê Kurdistanê li hember xwendekaran erkên xwe pêk bînin’

​​​​​​​Komîteya Perwerdê ya KCK’ê da zanîn ku divê saziyên peywendîdar erkên ji bo berjewendiyên gel û ciwanan pêk bînin bi lezgînî daxwazên xwendekaran bi cih bînin.

‛Divê saziyên pêywendîdar ên Başûrê Kurdistanê li hember xwendekaran erkên xwe pêk bînin’
6 kanûn, 2021   02:32
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Komîteya Perwerdê ya KCK’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Perwerdeya bi zimanê dayikê bi çiqasî mafekî rewa be, pêşwazîkirina pêdiviyên perwerdê jî bi hewqasî maf û rewa ye!

Em wek Komîteya Perwerde ya KCK'ê çalakiya xwendekarên me yên zanîngehên Başûrê Kurdistanê silav dikin ku ji 21'ê Mijdarê heya niha ji bo daxwazên xwe yên mafdar li qadan in û li hember hemû zext û êrişkariyan dest ji mafên xwe yên rewa bernadin. 

Gelê me yê Başûr jî wek beşên din ên welat, ev bi sedan salane li hember êrişên qirkirina çandî, zimanî û cesteyî, her cûre berdêlên giran da berçav, lê tu carî dest ji parastin û xwedîderketina li çand û zimanê xwe berneda. Di vê wateyê de li Başûrê welat mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yek jê destkeftên herî mezin û mayînde ye. Li pey berdêlên hewqas giran bi armanca parastin û pêşxistina vî mafî tişta divê bê kirin; yek bi yek derbaskirina hemû astengên li pêşiya perwerdeya zarok û ciwanên me û qada perwerdê nekirina hola pevçûna navbera hîzban e.

Ji 21'ê Mijdarê heya niha li Ranya, Koyê, Helebce, Hewlêr, Qeladizê, Silêmanî, Kifrî, Seyîdsadiq û li gelek deverên din çalakiyên protestoyî yên bi armanca dayîna bûrs ango xerciyên xwendekaran, bi dawîkirina di xizmetê de newekheviya li hember xwendekarên ne alîgirê partiyan û başkirina mercên ne tendirust ên li xewgehan hatibûn destpêkirin, li dewsa ku bi rêzdarî bên pêşwazîkirin, tişta li hember ciwanên me û pêşeroja me hatî kirin; êriş û binçavkirin bûye. 

Pêş her tiştî di serî de rayedarên hikûmeta Başûr, Wezareta Perwerde û Wezaretên Xwendina Bilind û Darayî pêwîste vê rastiyê bibînin ku li pêşberî wan 'Raperînekî bi biryar a xwendekaran' heye, çalakiyên ji 21'ê Mijdarê ve didomin wek daxwaza demokratîk û rewa bi dest bigrin û bi lezgînî sererastiyên pêwîst bicîh bînin. Ev di heman demê de wê bê wateya bicîhanîna erkên ku gelê me daye van wezaretan.

Divê baş bê zanîn; nedîtin û girîngî pênedana van çalakiyan û bêdengmayîna li hember daxwazên mafdar ên xwendekaran, ne dikare ciwanên Kurd ên xwedî mîrateya tekoşînê rawestîne, ne jî wê têra ser nixûmandina kiryarên neheq bike.

Lewra em bang li tevahî saziyên peywendîdar dikin ku rayeya gelê me daye wan ji bo berjewendiyên gel û ciwanan bikar bînin û bi lezgînî daxwazê xwendekarên me bicîh bînin. Careke din bi bîr tînin ku ev yek bi qasî ku erk e, bi hewqasî jî neçariyek e. "