Çeteyên DAIŞ’ê xaniyên gundê Lihêban şewitandin

Piştî ku duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Lihêban yê girêdayî navçeya Sergeran a Kerkûkê kir û şêniyên gund daxwaz ji artêşa Iraq û pêşmergeyan kirin bi hewara wan ve biçin, lê nebûn alîkar. Şêniyên gund neçar ma gundê xwe vala bikin. Çeteyên DAIŞ’ê jî ketin gund û xaniyên welatiyan şewitandin.

Çeteyên DAIŞ’ê xaniyên gundê Lihêban şewitandin
5 kanûn, 2021   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê, duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Lihêban yê girêdayî navçeya Sergeran a Kerkûkê kir. Piştî çeteyan êriş kir, şêniyên gund bersiva çeteyan da û pevçûn rûda. Pevçûn heya derengiya şevê dewam kir. Li gorî agahiyan şêniyên gund daxwaz ji artêşa Iraq û hêza pêşmerge kiribû piştevaniya wan bikin, lê wan piştevaniya şêniyan nekir.

Piştî ku tu hêzan piştevaniya şêniyên gund nekir, şênî îro neçar ma ku di saetên êvarê de ji gund derkevın.

Di saetên şevê de jî li gorî hin dîmenên li ser medya dijîtal hatine belavkirin, diyar dibe çeteyên DAIŞ’ê ketine nava gundê Lihêban û xaniyên welatiyan dişewitînin.

Heta niha gelek caran çeteyên DAIŞ’ê êrişê gundê Lihêban kirine.