Li dijî 2 jinên efrînî yên di girtîgehên çeteyên Tirkiyê de gefên darvekirinê tên xwarin

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker Fîdan Bîlal û Wîsal Henan ên ji Efrînê revandin û xistin girtîgeha Raî, lê qaşo dadgehên çeteyan tawanên derew li wan birîn û gefên darvekirinê li wan dixwin.

Li dijî 2 jinên efrînî yên di girtîgehên çeteyên Tirkiyê de gefên darvekirinê tên xwarin
5 kanûn, 2021   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî dawiya Mijdara derbasbûyî welatiyê bi navê Silêman Nûrî Nûman li girtîgeha Raî ya girêdayî çeteyên Tirkiyê di bin îşkenceyê hate kuştin, di raporeke Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê de hat eşkerekirin  heman aqûbeta gef bi heman tawanê  li jiyana du jinên efrînî tên xwarin.

Desthilata Tirk 17-11-2021`ê ji malbata welatiyê bi navê "Silêman Nûman" ê ji gundê Bozikê ya Efrînê ku bavê 4 zarokan e gotibû ku ew di girtîgeha Raî de wefat bû. Silêman Nûman 24-6-2019`an ji aliyê îstixbarata Tirk û îstixbarata bi navê polîsên li Ezazê ve hate revandin. Îstixbaratê rê nedida malbatê ku pê re bicivin û ew îşkence dikirin. Beriya wê jî li Efrînê di 2018’an de mehekê hate girtin, lê piştre hate berdan.

Çavkaniyê diyar kir ku gelek tawan li dijî Silêman û 3 jinên pê re hatin girtin, hatin birîn. Navên van jinan jî wiha ne; "Keçmama wî ya bi temen Mewlûde Nûman a  di 1956`an de ji dayik bûye û di bin îşkenceyê de hate qetilkirin û Fîdan Bîlal keça Ebdurehman a di 1999`an  de hatiye dinê û ji gundê Qidê yê navçeya Raco û Wîsal Henan keça Henan Emîn ku di 1986`an de hatiye dinê û ji Efrînê ye." Piştî 6 mehan her 4 girtî rakirin dozgeriya giştî ya Ezazê û li ser vê yekê bi tawana ku bi kiryarên terorîstane radibin hatin dadgehkirin.

Parêzerekî ji Nivîsgeha Ragihandina Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûrî re ragihand ku îfadeyên kesên girtî bê bingeh e û wekî şanoyekê hatiye nivîsandin, heta dadgehkirina wan jî ne bi awayekî eşkere bû û kesên girtî nikarîn parêzeran erkdar bikira.

Partî têkildarî aqûbeta her du jinan bi fikar e û ditirse ku çarenûsa wan jî wekî ya Silêman û Mewlûde be, nexasim ku gefa darvekirinê li wan hatiye xwarin.

Dadgehên heyî bi perspektîfên yekser ji MIT’a Tirk de dixebitin û li dijî şêniyên Efrînê sûcan dikin.

(eh)