Kongreya Star Amîna Huseyîn pîroz kir

Kongreya Star bi peyamekê Amîna Huseyîn ji ber wergirtina Xelata Anîma pîroz kir û got “Tu wek jineke Kurd ji Qamişloya rengîn, ruxmî ku dûrî welatê xwe yî, te dev ji vê dozê berneda û ji bo mafên jinan dixebitî, ev yek cihê kêfxweşiyê ye.”

Kongreya Star Amîna Huseyîn pîroz kir
6 kanûn, 2021   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star di peyama xwe ya  pîrozbahiyê de wiha got:

“Birêz Amîna,

Em wek Tevgera Jinan Kongreya Star ku zêdetirî 15 sal e li Rojava û derveyî welat çalak e, wergirtina Xelata Anîma ya 2021’an a ji bo Parastina Mafên Jinan û Serweriya Kurd, we pîroz dikin. Şoreşa jinan a li Rojava hêz û deng daye gelek jinan û dema em dibînin ku vê hêzê deng vedaye, em gelekî pê kêfxweş dibin û zêdetir hêzê distînin. Fedakariyên jinan ji bo mafên jinan li Rojava û hemû cîhanê dane, vala derneketine û di kêliyên bi vî rengî de careke din diyar dibe. Tu wek jineke Kurd ji Qamişloya rengîn, ruxmî ku di milê fîzîkî de dûrî welatê xwe yî jî dev ji vê dozê bernedayî û ji bo mafên jinan dixebitî. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Îro şerê ku li ser Rojava û giştî Kurdistan tê kirin, bi taybet jî jin û mafên jin hedef digire. Têkoşîna li hemberî van êrişan û parastina şoreşê divê ji hundirê û derveyî welat bê meşandin. Ji ber wê yekê em têkoşîna te û wergirtina xelatê pîroz dikin.”