Di nav de jinek 3 welatiyên din ên Efrînê hatin revandin

MÎT`a Tirk û çeteyên girêdayî wê beriya çend rojan ji gelek gundên kantona Efrînê ya dagirkirî bi armanca şantajkirina malbatên wan, 3 welatî û di nav de jinek revandin.

Di nav de jinek 3 welatiyên din ên Efrînê hatin revandin
5 kanûn, 2021   13:24
ŞEHBA

Revandina sivîlan li kantona Efrînê ya dagirkirî ji aliyê dagirkeriya Tirk, MÎT`ê û çeteyên wê ve zêde bûne.

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku MÎT`ê welatiya bi navê Rohat Nûrî Îbo (22) ya ji gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa, welatiyê bi navê Mihemed Nûrî Qedemo (35) ê ji gundê Zerê yê navçeya Bilbilê revandin.

Her wiha çeteyên “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Hecar Mihemed Gulîn ê ji şêniyên gundê Bedîna yê navçeya Raco ya Efrînê revand.

Çavkanî destnîşan kir ku heta vê kêliyê çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.ê

(cx)

ANHA