'Berxwedana gerîla êrişa dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê têk bir'

Jinên ji pêkhateyên Çerkes û Ereb ên Minbicê diyar kirin ku berxwedana gerîla êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê têk bir û got: "Berxwedan û fedekariyên gerîla ya bi armanca rizgarkirina gelan ji zilmê, bandor li tevahî gelên herêmê kir."

'Berxwedana gerîla êrişa dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê têk bir'
5 kanûn, 2021   07:01
MINBIC- SELWA EBDUREHMEN

Artêşa Tirk a dagirker piştî 7 mehan ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî berxwedana gerîla bê çare ma û neçar me ku ji herêma Werxelê û Tabûra Ereban vekişe.

Têkildarî serkeftin û berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk, jinên ji pêkhateyên Ereb û Çerkes ên Minbicê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Jina bi navê Sîdana Henûş a ji pêkhateyê Çerkes diyar kir ku bi saya berxwedana gerîla êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê, têk çûn.

Sîdana Henûş bi bîr xist ku dewleta Tirk di êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşîn de têk çû, ji ber vê yekê bi tevahî rêbazan hewl dide aramî û istîqrara sivîlan têk bibe da ku wan bitirsîne.

Sîdana Henûş destnîşan kir ku berxwedana gerîla bandor li tevahî gelên herêmê kir, ji ber ku armanca wan ew e ku gelan ji zilim û bindestiyê rizgar bike û mafên wan vegerîne.

Sîdana Henûş got: "Li hemberî êrişên li ser herêmên me, divê em li eniyên pêşîn ên berxwedanê bin, ji ber ku di pêvajoya pergalên serwer ên berê de em bi înkarkirinê re rû bi rû manbûn, lew re em naxwazin ev tecrûbe dûbare bibe."

Sîdana Henûş îşaret piştgiriya Rêveberiya Xweser a bi pêkhateyê Çerkes re kir û wiha pê da çû:" Hebûna Rêveberiya Xweser û piştgiriya wê ji pêkhateyê Çerkes re erênî ye, ji ber ku ev yek berê tune bû. Pêkhateyê Çerkes niha cihê xwe heye û dikare bê astengî û zextan bi zimanê xwe biaxive, mîrat û kevneşopiyên xwe pêk bîne. Em ê her tim piştgiriya gerîla bikin."

Hena Mihemed ji pêkhateyê Ereb berxwedana gerîla silav kir û diyar kir ku bi saya berxwedan û fedekariyên gerîla êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê têk çûn.

Hena Mihemed anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û tu carî bê hêz namînin ji ber ku ew gel bi hêz e û îradeya wan heye.

(dm)

ANHA