Siyasetmedarekî filistînî: 5 sedemên avakirina hevbendiya erebî-kurdî hene

Siyasetmedarê filistînî Dr.Mahir Safî da zanîn ku li hember xeterî û êrişên li dijî herêmê avakirina hevbendiya erebî-kurdî pêwîstiyek e.

Siyasetmedarekî filistînî: 5 sedemên avakirina hevbendiya erebî-kurdî hene
5 kanûn, 2021   06:44
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Siyasetmedarê filistînî Dr.Mahir Safî ji ajansa me re axivî û got: "Gelek sedem hene ku divê hevbendiyek xurt a Ereb û Kurdan were avakirin, da ku gelek welatan ji êriş û destwerdana ajnîdeyên rojavayî yên li karûbarên navxweyî yên Ereb û Kurdan biparêzin."

Safî girîngiya avakirina vê hevbendiyê bi 5 sedeman ve girê da û wiha rêz kirin:

"-Pêdiviya sînorên navneteweyî yên Erebistana Siûdî, dewletên Kendavê, Sûriye û Iraqê bi hêzekeke leşkerî ya hevbeş a parastinê (ereb-kurd) heye. Divê ev hêza hevbeş xwedî karînên xurt be ku karibe li hemberî dijmin û destwerdanên derve bisekine.

-Divê welatiyên li herêmên sînorî yên ku bi domdarî bi êrişan rû bi rû ne werin parastin. Ji ber ku gelek êrişên leşkerî li dijî niştecihên herêmên sînorî çêbûn. Lew re divê faktorên hêzê werin dabînkirin da ku ewlehî, aştî û aramiyê were peydakirin.

-Divê dewletên cîran li ser hêzeke bersivdayînê were agahdarkirin û bi awayê leşkerî, ewlehî û siyasî li hember were sekinandin.

-Li hemberî krîzên ku dibe bibin sedema windabûn yekitiya Kurd û Ereban, pêdiviya her du gelan bi têkiliyên xurt û garantiyên rasteqîn hene.

-Divê sûd ji kapesîteyên şer ên bilind ên şervanên Kurd û Ereb were girtin, divê berxwedan, qehremanî û leheniya li gel kurdan bikevin xizmeta Ereb û Kurdan da ku hevsengiyek li herêmê çêbibe."

(fr)

ANHA