Rojnameya El-Watan: Şandeyeke Sûriyê bi serokatiya El-Miqdad îro diçe Îranê

Li ser vexwendina hikumeta Îranê îro şandeyeke fermî ya Sûriyê bi serokatiya wezîrê karên derve û sûriyên li derve Feysal El-Miqdad diçe Tehranê.

Rojnameya El-Watan: Şandeyeke Sûriyê bi serokatiya El-Miqdad îro diçe Îranê
5 kanûn, 2021   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Watan a girêdayî hikumeta Şamê, tê payîn ku vê êvarê şandeyeke fermî ya Sûriyê bi serokatiya wezîrê karên derve û sûriyên li derve Feysal El-Miqdad bigihêje Tehranê. Serdan li ser vexwendina hikumeta Îranê pêk tê.

Rojnameyê li gorî çavkaniyên agahdar ji Tehranê da zanîn ku şande El-Miqdad û cîrgirê wî Beşar El-Ceferî pêk tê û dê bi rayedarên payebilind ên Îranê re bicivin.

Li gorî çavkaniyan, dê serdan 2 rojan dewam bike û dê xurtkirina têkiliyên stratejîk ên her du welatan werin nîqaşkirin.

Ji dema ku Miqdad hatiye ser peywirê ve ev serdana wî ya duyemîn e ji Îranê re, lê di serdama rêveberiya nû ya Îranê ya bi serokatiya Îbrahîm Reîsî de ev serdana wî ya yekemîn e.

(cx)