​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera 350 darên zeytûnan desteser kir

Çeteyên Cebha Şamiyê dest danîn ser 350 darên zeytûnê yên du welatiyên ji navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera 350 darên zeytûnan desteser kir
5 kanûn, 2021   10:25
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Cebha Şamiyê bi pêşengtiya çete Şêx Ebdulcebar dest danîn ser 350 darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Zûhêr Mihemed û Îsam Mihemed ên ji gundê Mareskê li navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî.

Li gorî çavkanî, çeteyên Cebha Şamiyê bi alîkariya çeteyekî bi navê Osman Rehîlo, belgeyên milkiyeta erd û zevî ji bajarê Helebê bi awayên sextekariyê derxistine û erd bi navê xwe qeyd kir.

Heman çavkanî diyar kir ku veguhestina milkan ji aliyê çeteyan ve di dema dawî de zêde bûye, çeteyan mal û milkên şêniyên resen talan dikin yan jî wan neçar dikin ku bi buhayên erzan bifroşin.

(dx)

ANHA