Li nêzî baregeha Tenefê du teqîn rû dan

Îro di saetên sibê de du teqînên dijwar li herêma 55`an a li sêgoşeya sînorê di navbera Sûriyê – Iraq-Urdunê de ango nêzî baregeha Tenef a girêdayî Koalisyona Navneteweyî, rû dan.

Li nêzî baregeha Tenefê du teqîn rû dan
5 kanûn, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêma 55`an a sêgoşeya sînorê di navbera Sûriyê – Iraq-Urdunê de di nava çolistana Sûriyê de, pêk hat.

Piştî ku balafirên helîkoptir ên girêdayî koalisyonê li herêmê geriyan teqîna yekemîn li herêmê rû da û paşê teqîneke dijwartir pêk hat.

Heta van kêliyan agahî derbarê teqînan de nehatine bidestixstin.

 (bx)