'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike

Ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li ser herêmê, zarokên koçber ên herêma Efrînê her sal bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Rêxistinên navneteweyî li hemberî rewşa bi hezaran koçber erka xwe bi cih nayinin.

'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike
'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike
'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike
'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike
'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike
'Siyasetên navneteweyî' azarên zarokên koçber yên Efrînê zêdetir dike
5 kanûn, 2021   07:12
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji destpêka meha Mijdara borî ve, hejmareke mezin ji zarokên li kantona Şehba bi pêleke nexweşiyên demsalî yên giran bandor bûne, herî zêde nexweşiya îltîha roviyan di nav zarokan de belav bûye.

Di çend rojên derbasbûyî de li nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê hejmara zarokên ku bi nexweşiya îltîhaba roviyan ketine, zêde bû. Lê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, derman û pêwîstiyên tibî li nexweşxane û navendên tenduristiyê kêm in.

Ji nîşaneyên îltîhaba roviyan; zikê zarokan diêşe, xwarinê naxwin, bi navçûnê dikevin û dilê wan dixele, gelek caran jî digihêje asta ziwabûnê û madeyên kîmyewî di xwînê de kêm dibin ji ber ku laş avê pir wenda dike.

Li gorî lêkolînên tibî yên cîhanê, her sal derdora 5 milyar nexweşî çêdibin. Herî zêde ev nexweşî li welatên xizan di nav zarokan de belav dibin. Her wiha li welatên ku şer û koçberî lê diqewimin zarok bêhtir rastî xeteriyê tên. Ji ber nexweşiyan û kêmbûna derfetan salane derdora du milyon zarok jiyana xwe ji dest didin.

Li kantona Şehbayê derman û pêwîstiyên tibî kêm in ji ber ku hikumeta Şamê ambargo li ser herêmê ferz kiriye û herêm di pêvajoya salên derbasbûyî de bi zirarên şer û wêrankirinê pir bandor bûye, li ser vê yekê jî jîngeh qirêj bû û di encamê de herî zêde zarok nexweş dikevin.

Têkildarî mijarê bijîşka beşa Zarokan a nexweşxaneya Avrîn (Y.C) ku ji tirsa zexta hikumeta Şamê nexwest navê xwe eşkere bike, got: " Di dirêjahiya salê de zarokên li kantona Şehbayê zehmetiya 3 pêlên nexweşiya îltîhaba roviyan dikişînin û rewşa wan di zivistan, bihar û havînê de xirabtir dibe."

Y.C destnîşan kir ku sedemên nexweşiya îltîhabê ya zarokan li vîrus an jî baktîrî ku di nav zarokên jêrî 5 salî de belav dibe, vedigere û got, ev vîrus bi rêya av vexwarinê ya qirêj û xwarinên nepaqij belav dibe.

Dr. (Y.C) diyar kir ku dema rewşa hewayê di havînî û zivistanî de tê guhartin, ev vîrus belav dibe û zarok pê dikevin.

Y.C da zanîn ku ew rojane zêdetirî 100 zarokên nexweş pêşwazî dikin, ji sedî 30 nexweşên îltîhaba roviyan û piştre yên ziwabûnê ne.

Y.C bang li şêniyên kantona Şehbayê, nexasim koçberên Efrînê yên li kamp û malên kavilkirî kir û wiha axivî: "Dema we dît zarokên we yên 6 mehî û sal û nîvekê ta girtine û tim made û dilê wan dixele, her wiha nava wan diçe, yekser wan rakirin nexweşxaneyê da tedbîrên girîng ji wan re were girtin û pirsgirêkên xetertir dernekevin."

Bijîşek diyar kir ku zarokên temenên wan di navbera 6 meh û sal û nîvekê de bêhtir bi nexweşiya îltîhaba roviyan dikevin û got: "Ji ber ku pergala endamên wan temam nebûye, ji lew re divê malbat ha ji zarokên xwe hebin û nehêlin ava qirêj vexwin û xwarinên nepaqij bixwin."

Doktora Y.C îşaret pê kir ku ambargoya hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye, li pêşiya dermankirina zarokan li nexweşxane û navendên tenduristiyê dibe asteng.

Tevî bangên domdar, rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî erka xwe ya mirovî li hemberî  koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi cih nayînin, zextê li hikumta Şamê nakin ku ambargoyê rake. Ev xemsarî dihêle ku rewşa koçberan kampaxtir bibe.

Ji ava vexwarinê ya qirêj ku di depoyên balastîkî de li kêlekên rêyan mane û karkerên rêxistina UNICEF bi mehan paqij nakin,  welatî zehmetiyan dikişînin.

Rêxistina UNICEF`ê di dirêjahiya 3 sal û nîvan de rojane derdora 2 hezar û 400 metrekab av dida depoyên Şehbayê, lê vê dawiyê kir hezar metrekab, di encamê de ji Tîrmeha derbasbûyî ve ava vexwarinê li ser derdora 80 hezar welatiyên li dehan gund û 3 navçeyên mezin ên Şehbayê qut bû.

Li gorî Y.C, mana ava vexwarinê di depoyên balastîk ên li kêleka rêyên kantona Şehbayê û paqijnekirina wê bandoreke neyinî li welatiyan dike.

(eh)

ANHA