​​​​​​​Bavê çeteyekî Roj ji kurê xwe re çi got?

Cemal Sarîk ji kurê xwe yê ku tevlî refên çeteyên Roj bû re got: "Eger tu ji aliyê gerîla ve were kuştin, ez cenazeyê te nagirim."

​​​​​​​Bavê çeteyekî Roj ji kurê xwe re çi got?
5 kanûn, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKET

Cemal Sarîk ji bajarê Qamişlo, bavê şehîd Zîlan a ku di 28’ê Mijdara 2017’an de li herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê di dema êrişên artêşa dagirker de, şehîd bibû.

Di destpêka şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an de, kurê Cemal Sarîk, Nalîn tevî malbata xwe derbasî Başûr bû. Piştre bêyî agahdariya bavê xwe tevlî refên çeteyên Roj bû.

Cemal Sarîk diyar kir ku di merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Orhan Baran ê ku di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesûr a Şengalê bi destê çeteyên Roj de şehîd bibû, bi kurê xwe Nalîn re axivî û wiha dom kir: "Piştî merasîmê ez gelekî aciz bûm, min telefonî wî kir û jê re got ku ev ne karekî mirovî ye. Şîreta min bigire û dev ji vî karî berde, her kes dibêje ku hûn çeteyên Tirkiyê ne, hûn bi talîmatên Tirkiyê tevdigerin. Bersiva wî jî ji min re ew bû, ez sond dixwim ku şerê gerîla nekim. Min jê re got ger tu ji aliyê gerîlayan ve were kuştin, ez cenazeyê te nagirim."

'LI XANESÛRÊ ÇI QEWIMÎ?

Di 3’ê Adara 2016’an de Partiya Demokrat a Kurdistanê û çeteyên Roj êrişî navçeya Xanesûr a herêma Şengalê kirin. Di encamê de şervan Çekdar Sînan (Newroz Kovercîn), Orhan Baran (Sîban Hiso) û sivîl û rojnamevan, şehîd bûn.

Sarîk diyar kir ku kurê wî bi soza ku çeka xwe li hemberî Hêzên Parastina Gel (gerîla) raneke, hewl da wî razî bike û armanca wî ya sereke ew e ku debara malbata xwe ya li wir peyda bike û wiha dom kir: "Min wiha jê re got. Dibêjin hûn pereyan ji dewleta Tirk distînin, hûn nikarin fermanên ku Tirkiye li ser we ferz dike red bikin û ger ji we bixwaze ku hûn şerê gerîla bikin, hûn nikarin red bikin."

Cemal Sarîk bang li kurê xwe û hemû kesên tevlî çeteyên Roj bûne kir ku vegerin malên xwe û wiha got: "We bav, dayîk û malbata xwe ji kê re hiştine, Kurdayetî û welatparêziya we li ku ye?."

(dx)

ANHA