​​​​​​​Rejîma Îranê kolberek qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Qesrê Şîrîn yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşandin, di encamê de kolberekê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Rejîma Îranê kolberek qetil kir
4 kanûn, 2021   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku duh li ser sînorê bajarê Qesrê Şîrîn yê girêdayî Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê komeke gule li kolberan reşand.

Di encama vê gulebaranê de gule li serê kolberê bi navê Hebîb Rustemî (32) ku bi xwe xelkê heman bajarê ye ketiye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Rustemê hat qetilkirin bavê 2 zarokan bû.