ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-12-2021
4 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, bi serdanên şandeyan berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komelgehên Navendên Astengdaran ên bajarê Kobanê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê şahiyekê l dar dixin, saet 12:30'an.

-Meclisa Sûriya Demokratîk, panelekê bi navê "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî" li hola Dahiyet El-Nisûr a bajarê Minbicê li dar dixe, saet 10:00'an.

- Malbatên şehîdan diyar kir ku kirinên PDK`ê yên li dijî cenazeyên şehîdan karekî derexlaqî ye û xizmeta dewleta Tirk dikin. Her wiha gotin ew têkoşînê xurt bikin heta ku cenazeyên şehîd Serdem û Tohildan radestî malbatên wan werin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê KCD'ê Berdan got "Heke gelê Kurd laşek be, ruhê wî laşî jî birêz Ocalan e. Dema ku tecrîd rabe û rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rol û mîsyona xwe rabe, dê siberoja Tirkiyê jî ronî bibe.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Li gel hewldanên Rêveberiya Xweser ên çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî û aştiye û astengiyên ku hikumeta Şamê li hemberî van hewldanan derxîne, çarensa gelê Sûriyê ne diyar e. (BI WÊNE).

- Mamosteyê beşa siyasetê li Zanîngeha Qudis Dr. Eymen Reqeb diyar kir ku Kurd beşeke resen li herêmê ye û got li hemberî destwerdnaên derve hevbendiyeke kurdî-erebî pêwîst e. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

Newroz Uysal destnîşan kir ku divê li gorî peyman û standartên dadgehê an jî Konseya Ewropa mekanizmayek çê bibe ku ne li gorî keyfa hiqûqa Tirkiyê be û got: “Îro dewleta Tirk neçare ku vê biryarê bi cih bîne û gavekî biaveje. " (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevseroka Meclisa TEV-DEM'ê ya Herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirk tevî ku çekên kîmyewî û pêşketî li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, lê li beramberî berxwedana gerîla ku gav pêş de neavêtiye û neçar ma ku ji hin herêman vekişe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a bajarê Kobanê civîna xwe ya salane li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi projeya xwe ya kovara Destar, hewl dide hemû zaravayên kurdî bigihîne hev û xwe bigihîne tevahiya Kurdistanê. (BI WÊNE).

ANHA