Dewleta Tirk sê herêmên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine

Balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Pêncwên, Pişder û Amediyê bombebaran kir.

Dewleta Tirk sê herêmên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine
4 kanûn, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh di saetên dereng yên şevê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Pêncwên, Pişder û Amediyê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî heman ajansê, balafiran gundê Rengîne ya Pêncwênê, gundê Bedawa ya girêdayî Pişder û Amediyê bombebaran kirine.