​​​​​​​Hejmara qurbaniyên êrişa DAIŞ`ê ya li Mexmûrê zêde bûn

Waliyê Hewlêrê ragihand ku hejmara pêşmerge û welatiyên di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Mexmûrê de jiyana xwe ji dest daye, bûye 13 û 5 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​Hejmara qurbaniyên êrişa DAIŞ`ê ya li Mexmûrê zêde bûn
3 kanûn, 2021   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev li gundê Xidirce yê herêma Mexmûrê, êrişî gund kiribû. Di êrişê de 3 birayan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê pêşmerge ber bi gund ve ketin rê.

Çeteyan li ser rêya gundê Nazî Kend yê Mexmûrê kemîn danî pêşiya pêşmergeyên bi hawara xelkê gund ve diçûn. L gorî agahiyên destpêkê, di encama kemîna çeteyan de 2 jê fermandar, 7 pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw hejmara pêşmergeyên di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Mexmûrê de jiyana xwe ji dest daye, gihaştiye 13’an.

Xoşnaw got 5 birîndar jî hene. Umêd Xoşaw li ser rewşa birîndaran jî ragihand ku birînên 4 kesan ne giran in û şandine male û niha di nexweşxaneyê de birîndarek tenê heye.