​​​​​​​Konseya Ewropayê ceza li dewleta Tirk birî

Konseya Ewropayê îro ji ber neberdana karsaz Osman Kavala ceza li dewleta Tirk birî.

​​​​​​​Konseya Ewropayê ceza li dewleta Tirk birî
3 kanûn, 2021   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewropayê îro ragihand ku piştî dewleta Tirk qebûl nekir karsazê muxalif Osman Kavala serbest were berdan, biryarek li dijî Tirkiyê daye.

Li gorî daxuyaniya konseyê, piştî ku dewleta Tirk biryara Dadgeha Ewropayê ya 2019`an pêk neaniye, Konseya Ewropayê ev gav erê kir.

Ev yek li gel zêdebûna metirsiyan têkildarî binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê pêk tê. Ev cara duyemîn e ku Konseya Ewropayê biryareke wiha li dijî 47 welatên endamên xwe dide. Cara yekemîn sala 2017`an li dijî Azerbêcanê biryareke bi heman rengî ji ber girtina muxalîfekî hatibû dayîn.