Bangewaziyên erebî û rojavayî ji bo pêkanîna biryara 2254’an li Sûriyê

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku civînek hatiye lidarxistin û nûnerên Komkara Erebî, Yekitiya Ewropayê û welatên din beşdar bûne û tê de banga pratîzekirina biryara 2254’an a Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê hatiye kirin ku di nav de agirbesta li Sûriyê jî heye.

Bangewaziyên erebî û rojavayî ji bo pêkanîna biryara 2254’an li Sûriyê
3 kanûn, 2021   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe belav kir, ragihand ku nûnerên Komkara Erebî, Misir, Yekitiya Ewropayê, Fransa, Almanya, Iraq, Urdun, Norwêc, Erebistana Siûdî, Brîtanya û DYA’yê duh (2'yê Kanûnê) li Brukselê ji bo nîqaşkirina krîza Sûriyê, civînek li dar xistiye.

Li gorî daxuyaniyê, nûneran piştgiriya xwe ji yekitiya xaka Sûriyê û têkoşîna li dijî terorê bi hemû şêweyên wê, her wiha bicihanîna hemû aliyên biryara 2254’an a Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî; agirbesta li seranserê welêt, serbestberdana kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin û gihandina alîkariyan bi awayekî ewle û bê astengî, tekez kiriye.

Di civînê de agahdarkirina nûnerê NY’yê yê Sûriyê Geir Pedersen erênî hate nirxandin, her wiha beşdaran piştgiriya xwe ji bo xebatên Komîteya Destûrê û pêşxistina çareseriya siyasî ya aloziyê li gorî biryara 2254’an, ragihand. Her wiha soz dan ku bi tundî zextê bikin da ku berpirsên sûcan ceza bikin.

Nûnerên welatên navborî fikarên xwe li ser berdewama azarên gelê Sûriyê yên ji ber tundiya zêdetirî 10 salan û rewşa mirovî nîşan dan. Her wiha diyar kirin ku divê alîkariyên mirovî bigihînin seranserê Sûriyê.

Nûneran teqezî li ser girîngiya berdewama mekanîzmaya NY`yê ya gihandina alîkariyan kir ku mehane digihêjin zêdetirî 3 milyon welatiyên Sûriyê. Her wiha bal kişandin ser pêwîstiya pişgirîdayîna penaberên sûrî û welatên malovan, heta ku welatiyên Sûriyê bi dilxwazî û li gorî pîvanên UNHCR`ê vegerin welatê xwe.

Li Sûriyê ji sala 2011'an ve şer heye ku tê de nêzî nîv milyon kes hatine kuştin, zirareke mezin bi binesaziyê bû û bû sedema koçberbûna bi milyonan kesan li hundir û derveyî welat.

(dx)