QSD: Hêzên me li Til Temirê tu operasyon pêk neanîne

QSD’ê îdiayên hin dezgehên çapemeniyê yên têkildarî pêkanîna operasyonê li herêma Ezîze ya li bakurê Til Temirê û hedefgirtina baregeheke dagirkeriya Tirk ji aliyê hêzên wan ve, derewandin.

QSD: Hêzên me li Til Temirê tu operasyon pêk neanîne
3 kanûn, 2021   11:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê îro daxuyaniyek da û tê de ev agahî parve kirin:

“Em diyar dikin ku agahiyên li ser pêkanîna operasyonekê li herêma Ezîze ya gundewarên bakurê Til Temirê û hedefgirtina baregeheke dagirkeriya Tirk ji aliyê hêzên me ve, derew in. Hêzên me li wê herêmê di rojên dawîn de tu operasyon pêk neanîne.

Dezgehên çapemeniyê her wiha îdia kir ku hêzên me tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li herêma Dêrikê, li dijî kesên ku êriş birine ser karwanekî Koalîsyona Navneteweyî, operasyonên serdegirtinê pêk anîne. Em diyar dikin ku ev îdia derew in. Hêzên me li wê herêmê tu operasyonên lêgerînê pêk neanîne, her wiha tu karwanên Koalîsyona Navneteweyî di çend salên dawîn de rastî tu êrişekê nehatine.”

(cx)