Çalakiya Sêmalka di roja 60`an de ye; Em vî konê rûmetê vala nahêlin!

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê di roja xwe ya 60'an de didome. Îro jî endamên meclisa navçeya Tirbespiyê yên Kurd û Ereb çalaki dewr girt.

Çalakiya Sêmalka di roja 60`an de ye; Em vî konê rûmetê vala nahêlin!
3 kanûn, 2021   11:09
QAMIŞLO

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên 29'ê Tebaxê di kemîneke hêzên PDK'ê de hatibûn şehîdkirin, bi biryardarî dewam dike. Pêkhateya Ereb û gelê herêmê jî destekê didin çalakiyê.

Çalakî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve tê organîzekirin. Îro 14 endamên meclisa navçey Tirbespiyê çalakî ji endamên PYD'ê yên Qamişlo dewr girt.

Şêniyên Tirbespiyê di dest wan de al û wêneyên gerîlayan, ber bi konê çalakiyê ve meşiyan û ji aliyê endamên PYD'ê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê meclisa bajarokê Meşoqê yê Tirbespiyê Xoşnav Ferxo daxuyaniyek da û spasiya her kesî kir ku 2 mehan bi biryardarî çalakî domandiye û got: "Îro ji bo wergirtina cenazeyên lehengên xwe yên bi destê PDK'ê şehîd ketin, em tev li çalakiya birûmet bûn. Gerîlayên me bi dilxwazî ji bo parastina gelê xwe li hemû parçeyên Kurdistanê canê xwe feda dikin. Mixabin gerîlayên me yên qehreman bi destê kesên ku ji xwe re dibêjin Kurd, şehîd ketin.”

Xoşnav Ferxo wiha pê de çû: “Heta ku cenazeyên şehîdên me negihêjin me, em ê vî konê rûmet û şerefê vala nehêlin, çi dibe bila bibe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin."

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin”  û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

'CENAZEYÊN ME BIDIN!'

Çalakavan piştî daxuyaniya çapemeniyê ji ajansa me re ragihand ku PDK li dijî rûmeta Kurdan tev digere û xwest demildest cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bên kirin.

Endama meclisa navçeya Tirbespiyê Zîlan Temo got: "Ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên xwe em tev li vê çalakiya birûmet bûn. 2 meh derbas bûn. Divê PDK şehîdên me tavilê radestî me bike. Heta ku daxwaza me bi cih were, em ê çalakiya xwe bidomînin."

Endamê meclisa bajarokê Helwa yê Tirbespiyê Elî Mihemed jî destnîşan kir ku wek Ereb beşdarî çalakiyê bûye û wiha got: "Ji bo ku PDK cenazeyên şehîdên me radest bike, em îro li vir in. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ev 2 meh e cenazeyên me radest nake. Heta ku em cenazeyên xwe wergirin em ê li vir bin.”

ANHA